Mîhrîcana 4’ê Nîsanê bî pêşbirkên werzîşî didome

15’emîn Mîhrîcana 4’ê Nîsanê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşbirkên werzîşî di roja duyemîn de didome.

Mexmûr - Mîhrîcana 4’ê Nîsanê ya ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her sal ji aliyê qada Perwerdeya Wargeha Penaberan a Mexmûrê ve tê organîzekirin îsal jî bi xebatên hunerî û pêşbirkên werzîşî didome. 15’emîn Mîhrîcana 4’ê Nîsanê ya Çand û Werzîşê di 21’ê Sibatê de bi turnovaya futbolê destpê kir. Mîhrîcan îro jî bi pêşbirkên werzîşî didome.

Xwandekarên Mexmurê bi awayek fermî hatin saha futbolê. Di nav sahê de komên govendan yên dibistanên seretayî bi cilên xweyên govendê di nava sahê de govend gerandin. Her wiha xwendevanên ku beşdarî pêşbirkên werzîşî bûyî ala kes, sor û zer girtin dora sahê zivirîn.

Pêşbirkên werzîşî yên weke bezên 100 metre, 400 metre û maraton, bisiklêt, gule, bilind avêtin û dirêj avêtin pêkhatin. Her wiha xwandekarên ku di pêşbirkan de pileyên yekemîn, duyemîn û sêyemîn girtin hatin xelat kirin.