Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

Hejmara nû ya Kovara Jinê ya webê bi manşeta 'Polîtîkayên hevpar a dewletan qirkirina jinê ye' derket.

Navenda Nûçeyan- Di hejmara 28'emîn a Kovara Jinê de dosyaya  ku ji aliyê Koma Kovara Jinê ve hatiye berhevkirin a bi sernavê 'Şerê bêdawî yê jinan: qirkirina zayendî' de jin balê dikişînin ser bedena jinê ku çawa bûye amûrê polîtîkayê û Ayşe Duzkan jî di nîvsa xwe ya bi sernavê 'Mêr pîr dike' jî balê dikişîne ser zewacê ku çawa jinan diqedîne. 

Di nivîsa Oya Açan a bi sernavê 'Navbeynkarî û koletiya jinê' de tê gotin ku bi navbeynkariya ji bo neqfiyeyê dê mafên jinan bên desteserkirin, nivîsa Selma Gungor a bi sernavê'Em ji bo tenduristiya xwe dev ji cixareyê berdin' balê dikişîne ser kişnadina cigareyê ku ji bo tendirustiyê qedexe ye.

Di Wergera gotara Marîa Dolores Marroquín a bi sernavê 'Kolonîzekirina laşên me' de jî bal tê kişandin ser ka laş çawa hatiye îstîsmarkirin. 

Hemû sernavên hejmara nû wiha ne:

Şerê jinan yê ne qediya ye: Qrkirina zayendê/Ekîbe Kovara Jinê

Mêr pîr dike /Ayşe Duzkan

Navbeynkarî û koletiya jinê/Oya Açan

Ji bo tendirustiya xwe dest ji cigarê berdin /Selma Gungor

Rizgarkirina laşê xwe ji kolnîkirinê /Marîa Dolores Marroquîn

Hûndikarin ji vê lînkê xwe bigihînin nivîsên nû ên kovarê.