‘Divê em xwedî li çanda xwe derkevin’

Navenda çand û Hunera Sitiya Nexşan her ku diçe xebatên ji bo jinên ciwan zêdetir dike. Vê carê jî navendê dewreya tembûrê ji bo xwendekarên xwe vekir. Dewreya ku di 25’ê Tebaxê de li gundê Xanesorê hat vekirin 10 şagirtan perwerde dike.

HÊVÎDAR ŞENGAL

Şengal – Naveda Çand û Hunera Sitiya Nexşan ku di bin sîwana wê de komên zarokan ên koro, folklor û dewreyên erbane û wênexêziyê hene, vê carê jî ji bo ku di nava zarokên Şengalê de tembûra ku dengê dilê civaka Êzidî ye careke din zindî bibe dewreyeke perwerdeyê li gundê Xanesorê yê Girêdayî Navçeya Sînûnê ji bo jinên ciwan vekir.

Dewreya perwerdeya tembûrê ku di 25’ê Tebaxê de dest pê kir ji aliyê xwendekaran ve bi meraq û azweriyeke mezin tê berdewamkirin. Ji ber ku cara yekem e dewreya tembûrê hatiye vekirin tenê 10 şagirt perwerde dibînin.

‘Divê em xwe fêrî amûren muzîkê bikin’

Dilvîn Tilezêr a ku endama koma Dîlanê ya Sitiya Nexşan e diyar kir ku wan bi pêşniyarên xwe daxwaza perwerdeyê kirine û xwest ku keçên ciwan tev berê xwe bidin dewreyên enstrumanan û bi taybetî ya tembûrê.

Bêrîvan Newroz jî bal kişand ser parastina çanda xwe ya resen û wiha got: “Ev demek dirêj bû min dixwest ez xwe fêrî tembûrê bikim lê mecalê min tune bu, bi saya Navenda Çand û Hunera Sitiya Nexşan niha ew merc çêbûne ez jî dixwazim bi awayekî herî baş em bi kar bînin. Ji ber ku tembur bi xwe di çanda me de xwedî cihekî pîroz e ji bo wê jî ez jî dixwazim em fêr bibin. Di nava civaka me de berê tenê zilaman tembûr lêdidan lê niha em jî weke jinên ciwan dixwazin tembûrê lêbidin ji bo di nava civakê de jin jî berê xwe bidin vê amûra bedew.”

‘Em xwedî li çanda xwe derkevin’

Cîlan Şengalî jî bi van hevokan bang li tevahî ciwanan kir: “Weke ciwan divê em çanda xwe biparêzin yek ji van berhemên civaka me jî tembûr e ji bo ku di nava civakê de weke berê dengê tembûrê bilind bibe em bang dikin ku keçên ciwan werin tevli van dewreyên perwerdeyê bibin.”