Fatma Mihemed ji 10 saliyê ve wêneyan xêz dike

Fatma Ayid Mihemed ruxmê ku di destê wê de nexweşiya pênceşêrê heye jî bi israrek mezin ji 10 saliya xwe ve wêneyan xêz dike.

FEREH DAWÛD

Qamişlo- Jina ku jiyan û civakê afirandiye, her dem bûye pêşenga civaka xwe. Di her tiliya wê de afrîneriyek heye ku dikare xwe bi xwe bi rê ve bibe. Wênexêzî jî hunerek wisa ye ku bi afrîneriyek û fikrek berfireh tê xêzkirin. Jina bi navê Fatma Ayid Mihemed ku bi girêdanek mezin dest bi xêzkirina wêneyan dike û bi tiliyên xwe yên afrîner reng, xweşî û êşa jinan xêz dike. Fatma Ayid Mihemed 36 salî ye û ji 10 saliya xwe ve dest bi xêzkirina wêneyan kiriye. Fatma her dem dikaribû hunera di hundirê xwe de derxe pêş. Piştî ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê pêk hat, Fatma Ayid Mihemed jî dikaribû, hîn zêdetir di aliyê wênexêziyê de xwe bi pêş bixe. Îro jî Fatma dikare êş, azar, xweşî û kêfxweşiya jinan bi pênûsa xwe xêz bike. Fatma Ayid Mihemed ruxmê di destê wê de nexweşiya pênceşêrê heye jî dest ji xêzkirina wêneyan bernedaye. Fatma Ayid Mihemed der barê hunera xwe de nêrîna xwe anî ziman.

"Di zaroktiya xwe de min ji wêneyan hez dikir"

Fatma Muhemed da zanîn ku wê ji 10 saliya xwe de dest bi xêzkirina wêneyan kiriye û wiha got: "Temenê min 36 salî ye, di zaroktiya xwe de min ji wêneyan hez dikir. Temenê min 10 salî bû min dest bi xêzkirina wêneyan dikir û min bi daxwazek pir mezin wêneyan xêz dikir. Destpêkê min amûrên wêneyan anî û min wêneyên çiya, mal û xweza xêz dikir û min pir ji wêneyan hez dikir. Di destpêka her karî de zehmetî heye lê piştre hêdî hêdî li ser min hêsan bû. Piştî ku ez hînî wêneyan bûm min wêneyên jinan xêz dikir, ji ber ku jin jiyan e û min pir dixwest ez wêneyên jinan xêz bikim."

"Ez ji xwe bawer im û dizanim ku wêneyên min pir xweşik in"

Fatma Muhemed diyar kir ku ew bi wêneyên xwe serbilind e û wiha berdewam kir: "Ez ji xwe bawer im û dizanim ku wêneyên min pir xweşik in, ji ber ku min di zaroktiya xwe de dest bi xêzkirina wêneyan kir. Ez niha di asteke baş de wêneyan xêz dikim û bi vê yekê ez serbilind im. Her kesê ku bixwaze wêneyan xêz bike bila hêza xwe xurt bike û ji xwe bawer be. Rast e di destpêka her karî de zehmetî hene lê piştre hêdî hêdî pêşketin bi me re çêdibe."

"Tevî ku di destê wê de nexweşî heye jî di wênexêziyê de bi israr e"

Fatma Muhemed destnîşan kir ku di destê wê de nexweşiya pênceşerê heye lê tu caran ev nexweşî li pêşiya hunera wê nebûye asteng û wiha got: “Tevî ku di destê min de nexweşiya pênceşerê heye jî ev yek li pêşiya xêzkirina wêneyên min ne asteng e. Hezkirina min ji wêneyan re pir heye û ev daxwaza min bû ku ez wêneyan xêz bikim. Niha ez 36 salî me û heta niha ez wêneyan bi hezkirin û dildariyek mezin xêz dikim. Ez bi karê xwe serbilind im û bi hêvî me ku her kes karê ku dizane bike."