Canda odeya xwe veguherandiye pêşengehek dewlemend

Wênexêz Canda Ebduelqadir bi wêneyên xwe yê hunerî odeya xwe dixemlîne ji zaroktiyê ve ji wênesaziyê hez dikir, ji sala 2018’an ve bi pisporî karê wênexazî dike, bi riya hunerê hest û hezkirina xwe xwezayê bi tabloyên xwe re parve dike.

RONÎDA HACÎ

Hesekê - Wênesaz Canda Ebduelqadir a 22 salî bi eşq karê wênesaziyê dike û odeya xwe bi tabloyên ku bi xêza destê xwe çêkirye xemlandiye û veguherandiye pêşengehek dewlemend. Li kêleka Wênexêzyê karê xemlandinê dike û difroşe. Canda keça mezin di malê de ye, li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê -Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dijî. Canda di derbarê hezkirina xwe ya ji wênesaziyê re û karê xemlandinê de axivî.

“wênesazî xîtabî hestên mirovan dike”

Canda Ebduelqadir da zanîn ku wênesazî derfetek baş dide mirovan ku hestên xwe parvebike û wiha pêl da axaftina xwe:”wênesazî tiştekî pir xweş e, di dîrokê de beriya ku ziman û nivsandin derkeve mirovan di riya wênexaziyê li ser şikeftan ji hev fam dikirin. Min pir ji wênesaziyê hezdikirû heya niha jî hezkirina min jêre dewam dike, ne her kes bixwaze wêneyek xêz bike wê bikaribe pêwiste ew kes xwedî bingeh be û eşqa wî ji hunerê re hebe.piştî ku min peymengeha hunerî bi dawî kir min bi pisporî des bi xebatê wênesaziyê kir. Wênesazî derfetek mezin dide mirovan ku di riya wê de mirov dikare hestê xwe parve bike. Wênesazî ji bo min tê wateya îfadekirina hest û zindîkirina tiştên sar .”

Canda Ebduelqadir balkişand li ser wêneyên ku bi destêxwe xêzkiriye ku têde xwezayî esas digre û wiha axaftina xwe domand:” Jin kesayeta wê wekî xwezayê ye her xwe zindî dike. Ez pir ji xwezayê hezdikim, di wêneyên xwede xwezayê xêzdikim û rihekî têde didim avakirin, ez dihêlim kesên ku li tabloya min temaşe bike hîs bike ku li xwezayek zindî meyze dike. Bêguman her wêneyekê ku ez xêzdikin têde peyamek heye. Her wêneyek hestê mirovan muxateb dike.”

“Emê bi riya hunera xwe li sibe rojê xwedî derkevin”

Canda Ebdulqadir bi du tabloyan beşdarî pêşengeha wêje û hunera jin bûye wiha axivî: “Ez du caran  bi tabloyên xwe beşdarî mihrîcana wêje û hunera jinê dibim. Mihrîcanên bi vî rengî, derfet dide jinên hunermend û wênesaz ku kar û xebatê xwe bidin pêş. ez bi du tabloyan beşdarî pêşengehê bûme, mijara tabloyên min jî jin e, di riya xêzkirina van tabloyan min xwest  kesayeta jin a berxwedêr û tekoşer bidim pêş û her kes wê nas bike. jin dikare bi riya van pêşengeh û mihrîcanan hunera xwe derbixe. Rengên ku tablo pê hatiye xemlandin, kesayeta jin a hezkirina xwezayê rû dide. Jina hunermend asoyê wê fireh e û dikare xwe pêş bixe, di roja me ya îro de gelek kesayetên jêhatî û xwedî huner hene, bi hêvî me ku ev kes xwe pêş bixin û hunera xwe veşartî nehêle.Di vê demê de pêwiste jinên hunermend xwe isbat bikin û xwedî li hunera xwe derkevin, lê pêwiste rastiye hayî berxwedaniya jinan a ku tê meşandin her hunermendek destê xwe deyne ser wicdanê xwe û baş pênase bike da ku bibe şahidê van roj û gavên pîroz ên ku bi pêşengtiya jinan têne avêtin bikin.bi vê yekê emê bikaribin xwedî li sibe rojê derkevin.Ji bo ku ez bikaribim karê wênesaziyê pêş bixim û pêdiviyên pêwist bînim min karê xemlandinê kir,hemû pêwistiyên xemlandinê di riya karê xemlandinê peyda dikimji ber ku em di civakekê de jiyan dikin ew civak çanda wênesazî paşguh kiriye . ”

 Canda Ebduelqadir tekez kir ku jin hemû hest e, wênesazî jî bi jinê temam dibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez wekî hunermendek Kurd serbilindim, ku îro di riya pênûsa xwe ez dikarim berxwedana jinan û isbatkirna wê di her qadê de bi wêneyekê xweş û dagirtî derxînim.Di civaka me de hunermendên jin hem jî wênesazî paşguh kirine lê piştî ku jin xwe di her qadê de isbat kir ev yek hat guhertin niha derfetn baş ji bo hunermendan hatine pêşkêşkirin da ku berhemê xwe bidin diyar kirin . Ev jî gavek serkeftî ye.”