Eleqeya wê ya li ser wêjeya zarokan ew ber bi nivîsandinê ve bir

Avîn Teyfûr a 25 salî ku niha dest bi nivîsandina wêjeya zarokan a ku ji zarokatiya xwe pê ve eleqedar bûye, diyar kir ku divê pirtûkên li ser zarokan bi hesasiyeteke mezin bên nivîsandin.

Kobanê – Mamosteya zanîngeha bajarê Kobanê ya Herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Avîn Teyfûr a 25 salî, li ser wêjeya zarokan pirtûkan dinivîse û di warên cuda de jî nîvîsa blogê  dike.

'Min hemû dema xwe bi xwendina pirtûkan derbas kir'

Avîn Teyfûr diyar kir ku ji zarokatiya xwe ve bi çîrok û romanên ku jê hez dikir dest bi serpêhatiya xwe ya nivîsandinê kiriye û wiha got: “Min di zarokatiya xwe de ji xwendina çîrok û romanan hez dikir û bi taybetî jî girêdana min bi wêjeya zarokan re taybet bû. Îsrara min a ji bo nivîskariyê min hişt ku ez xeyalê xwe pêk bînim. Ji ber vê yekê min dahata xwe ji bo kirîna pirtûk û romanên xwendinê berhev dikir. Min hemû dema xwe bi xwendina pirtûkan derbas dikir. Min bi dehan pirtûkên cihê xwend heta ku min xwe di vê warî de pêşxist."

'Destpêkirina xwendina Kurdî ne hêsan bû'

Avîn Tayfur diyar kir ku di sala 2018’an de beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Enstîtuya Şehîd Gîvara ku di sala 2016’an de dest pê kiriye qedandiye û got: “Ez fêrî zimanê Kurdî bûm. Min li ser ziman û edebiyata kurdî bi kûrahî lêkolîn kir. Ji bo min ne hêsan bû ku piştî bi salan xwendina erebî dest bi xwendina kurdî bikim. Pir zehmet bû. Zimanê kurdî zimanekî pir dewlemend e. Ez hîn dibim, lê bi demê re û bi israra xwe ya hînbûnê re min ev yek bi dest xist."

'Çîrokên min hatin çapkirin'

Avîn Teyfûr da zanîn ku di navbera 14-25 saliya xwe de zêdeyî du hezar pirtûk xwendiye û der barê xebatên xwe de ev agahî da: “Min di warê çîrok, kovar û wêjeya kurdî de lêkolîn kir. Min li Kovara Dastar, Ziwan û Şarmula xebitî. Min pirtûkek li ser wêjeya zarokan nivîsî. Di sala 2022’an de, berhevoka çîrokan a ji 6 çîrokên cuda ku di nav wan de çîrokên zarokan jî hene, hat weşandin. Di nav wan de 'Rêwîtiya Çûkê', 'Çîroka Mişk' û gelekên din hene. Du pirtûkên min ên ku nivîskar Hanna Mîna ji Erebî wergerandine Kurdî, wê di 15’ê Cotmehê de di Festîvala Şehîd Herekol de bên çapkirin. Ez pirtûkên din li ser çîrokên zarokan dinivîsim. Ez hewl didim berhevoka çîrokan amade bikim. Di pirtûkê de 10 çîrokên cuda hene.

'Divê pirtûkên zarokan bi hesasiyet bên destgirtin'

Avîn Teyfûr diyar kir ku ew di destpêkê de ji fikra çapkirina pirtûk, dîwanên helbestan ên li ser wêjeya zarokan ditirsiya û got ku wê di sala 2019’an de beşa wêjeya zarokan di perwerdehiya serhêl de hilbijartiye. Avîn Teyfûr wiha gotinê xwe bi dawî kir “Cûreyên  wêjeya zarokan gelekî zehmet e lê girîng e. "Pirtûkên bi vî rengî divê bi hesasiyeteke mezin bên destgirtin ji ber ku li ser zarokan in. Jina ku edebiyat, çand û mîrateya xwe bi kûrahî dixwîne û lêkolîn dike asta hişmendî û ramana wê zêde dike. Xwendin jinan ji ramana baviksalarî û koletiyê rizgar dike. Xebat û amadekariyên min ên pirtûkê hene ku di demek nêz de dê bên çapkirin."