Li çiyayê Kizwanan dengê ku ber bi pêşerojê ve bilind dibe

Nûra El-Hesen a 60 salî ku li gundê Xera yê li quntara Çiyayê Kizwanan dijî, bi stranên xwe hesreta xwe ya ji bo paşerojê têr dike, ji nifşên nû re jî dibêje: “Divê nifşên nû mîrateya me biparêzin.”

SORGÛL ŞÊXO

Hesekê- Jin bi sedsalan li axa Mezopotamyayê bûne deng û hilgirê çandê. Jinan êş, hêvî, hezkirin û gelek caran hesreta xwe bi awazan anîne ziman, her tim çanda gelê xwe derbasî pêşerojê kirine. Awazên jinan li dijî hemû zilmê deng veda û bû zimanê dîroka gelan. yek

Ji Çiyayê Kizwanan dengekî zêrîn

Nûra Hesen bi hestên bêrîkirinê û vegera rojên berê ji mere behsa dengbêjiya xwe dike û wiha dibêje: "Dema ku em komek ji zarokên gund ber bi çiya ve diçûn û me dest bi berhevkirina kizwanan û qirşikan dikir, bêyî destûra me dengekî wiha ji dil ji zingiloka me derdiket. Berê ewqas şer û pevçûn, alozî û xerîbî tunebû kêfa me ji dil bû, ev kêf dibû sedem ku em wekî perperîkan bi bask bibin û bifirin dema ku me stran digot. Ger û karê me, dem û dewrana me hemû jî bi stranan derbas dibû."

Ne bêrîvan hene ne jî dengê stranên jinan ji çiya bilind dibin’

Nûra Hesen got ku beriya çend salan jî qedexeya bihîstina dengê jinan hatibû ragihandin û wiha behsa wê sedemê kir: "Şerê ku li Sûriyeyê çêbû, êrîşên çeteyên DAIŞ`ê yên li ser herêmê û çiyayê me çêbûn, zirareke mezin dan û bandorê li tevger û awayên jiyana me kir. Ne bihîstina dengê jinan ango gotina stranan û ne jî derketina cem cîranekê, her tişt hat qedexekirin. Ne dîtina rûyê me, ne jî bihîstina dengê me û ne jî meşa me, DAIŞ’ê her tişt li jinan, di bin navê îslamê de heram kir. Di bin çarçefa reş de, me yê çawa stran bigota? Ne bêrîvan man û ne jî dengê stranên jinan ji çiyayan bilind dibû, heta ku ew serdem hat bidawîkirin."

'Min zanibûya ew roj venagerin min ê di paşila xwe de veşarta'

Nûra Hesen da zanîn ku jibîrkirina stranên gelêrî û kêmbûna dengbêjiyê di roja me ya îroyîn de windahiyeke mezin ji kevneşopiya wan re ye û wiha pêl da gotinên xwe: "Di roja me ya îro de ne tenê stran, koçer û vedana konan û çêkirina alav û amûrên ku nîşaneya kevneşopiya me ne kêm bûne. Sedem jî ew e ku kêfa me wekî berê nemaye û civak li gorî bûyeran jiyana xwe dihûne. Civak êdî li gorî pêşketina teknolojiyê diçin û xwe wekî mirovên pêşketî nîşan didin. Di rastî de jî cîhana îro ne wekî ya berê ye, ax li min be xwezî bi rojên berê. Ew roj bihatina û ger me zanibûya venagerin me yê ew roj di paşila xwe de veşarta."

Ji nifşên nû re rexneyek…

Nûra Hesen rexne li nifşên nû dike û wiha behsa girîngiya vê xalê kir: "Nifşeke wisa mezin dibe ku ji derveyî xweşikbûna bedenê û madeyên makyajê, tiştekî din girîng nabînin. Heta stranên ku dibêjin jî, stranên serdema me ya nû ne. Nifşê îro divê girîngiyê bidin van mijarên çarenûsî, rastî jî çarenûsî ye dîrok û hunera gelan divê werin parastin. Ez paşguhkirina nifşên nû ji stranên gelêrî û dengbêjiyê re rewşeke bi xeter dibînim lê ji bo wan dibe ku ev dem xweş û pêşketî be. Divê ku nifşên îro xwedî li mîrateya dapîr û bapîrên xwe derkevin."

'Ji bo nifşên nû divê tv û medya rolên baş bilîzin'

Nûra Hesen da payin ku di serdema me ya îro de rola çapemeniyê pir girîng e û wiha behsa xeyalên xwe kir: "Rola tv û medyayê di zanakirina nifşên me yên nû de heye. Ji ber ku êdî niha cîhan li ser înternetê dimeşe, daxwaza me ew e ku bername û dosyayên kevneşopiya civakan nîşan dide werin çêkirin û bidin ber xwîner û tamaşevanan. Bernameyên li ser mijarên wiha hunerî, dîrokî û civakî wê encamên erênî bi xwe re bînin û nifşên îro ji dîroka xwe agahdar bin."