Efganiyan qedexe nas nekirin di pîrozbahiyên Bedîra 13 de derketin seyranê

Talîban her diçe kiryarên xwe zêdetir dike yek ji van jî ew bû ku îsal pîrozbahiyên Newrozê li gelê Efgan qedexe kir. Her wiha hat ragihandin ku li welat pîrozbahiyên Bedîra 13 ku weke 13’yê Newrozê jî tê zanîn, hatiye qedexekirin.

BAHARÎN LEHIB

Kabîl -  Li Efganistanê pîrozbahiyên roja 13’yê Newrozê (Bedîra 13) pêk hatin. Di roja 13’emîn a Newrozê de ku li tevahiya welat hat pîrozkirin, gelê Efgan ruxmê qedexeyan qadên seyranê veguherandin qadên cejnê.

Li welat di roja 13’emîn a Newrozê de paqijiya derdorê, amadekirina heft cureyên fêkiyan û îkramkirina wan, li qadên seyrangehê rastkirina sifreyan weke çand tê jiyîn. Vegotina pêzwazîkirina rojê ji vê baweriyê tê ku wê zêdehî û bereket bi hev re bê. Di nava xwezayê de pêşwazîkirina rojê jî tê wateya duayên ji bo salekî tije keskahî be.

Jin bi xwezayê re gihîştin hev

Jinên ji Kabîlê jî bi çalakiya ‘Hembêzkirina keskahiyê’ hatin gel hev. Ji jinên ku ji bo pîrozbahiyê qadên çiya yên Kabîlê hilbijartine Maryam Hosseini dibêje; “Ji girên Kabîlê em hem bajarên ku lê dijîn temaşe dikin hem jî daxwaz dikin ku ev sal bi bereket û bi zêdehî be, bi xwezayê re em hev hembêz dikin.”

 “Rojeva hemû jinan vegera dibistanan e”

Jina ciwan a bi navê Elahe Sedat jî bi gotinên; “Ji ber ku em nikarin biçin dibistanan em hatin nava xwezayê. Lê bi qasî hezkirina bi xwezayê re gihîştina hev, em ji dibistanên xwe jî hez dikin” destnîşan dike ku rojeva hemû jinên ciwan vegera dibistanên xwe ye.

“Nikarin çanda me qedexe bikin”

Elahe Sedat destnîşan dike ku ruxmê ji aliyê Talîbanê ve qedekirina Bedîra 13 û Newrozê, pîrozkirina van rojan tiştekê çandî û kevnar e û wiha dibêje: “Yek ji xeletiyên wî ew e ku hewl dide em çanda xwe ji bîr bikin. Çima destûr nadin? Ew dibêjin qey dê bikaribin bi qedexeyan me di nav çar dîwaran de bigrin? Em derdikevin, pîrozbahiyên xwe dikin. Ew nikarin çanda me, kêfxweşiyên me li me qedexe bikin. Em ê vegerin dibistanên xwe jî.” Elahe tîne ziman ku ew nikare biçe dibistanê lê xwe ji perwerdeyê dûr nexistiye û bi gotina “Bila hemû jin li malên xwe perwerdeyên xwe bibînin, bila xwe bi pêş bixin. Di encamê de fêrbûna peyvek jî dikare jiyana me biguherîne” şîret li hemsalên xwe dike.