Bermahiyên şer veduguherin hunerên xweşik

Hunermenda plastîk a Lubnanî Soraya Halal, di qada afirîneriya xwe de ji tiştên kevn ên xirabûyî bîranîneke nû ya bi navê bedewiyê çêdike, li dijî şer, felaket û wêranê têdikoşe.

SÛZAN EBÛ SAÎD

Beyrûd – Hunermenda plastîk a Lubnanî Soraya Halal bi berhemên çêdike peyamên hawîrdorî, civakî û mirovahî dide. Ew jêhatîbûnên xwe di forma karên hunerî de pêşkêş dike ku di gelek pêşangehên li hundur û derveyî Lubnanê de derketine pêş. Dibe ku peyama herî girîng di jiyana wê de ewbû ku malzemeyên avêtinê veguhezîne hunera xweşik.

Pêşangehên ji dayik bûnek nû

Ji destpêka pêşangeha xwe ya bi navê "Ji dayik bûnek nû" ku di qonaxeke zivirîna jiyana xwe de li dar xistiye bi riya karanîna plastîk, qumaş û malzemeyên din ên îhmalkirî ve kir. Hunermenda plastîkan Soraya Halal di vî warî de rêyeke berbiçav de dewamkir û paşê pêşangeha xwe ya duyemîn bi navê "Huner, Jîngeh, Mirov" ku tê de perçeyên hunerî yên cûrbecûr bi malzemeyên ku dibin sedema qirêjiya jîngehê yên wek çente û şûşeyên plastîk, metal û hwd hatin pêşkêş kirin. Pêşangeha wê ya sêyem jî bi navê "Em mirinê red dikin" ku li pêşangeha Ezod a herêma Eşrefiyê ya taxên rojhilatê paytext Beyrûtê roja 25’ê Adara borî, hat lidarxistin û heta 2’ê Nîsanê dewam kir.

 Soraya Halal ji bilî sê pêşangehên kesanî di gelek pêşangehên hevbeş ên li Lubnanê û derveyî welat de cîh girtiye. Niha jî xwendina masterê di warê hunerên xweş de dike, û endama Komeleya Hunermendên Wênesaz û Peykersaziyê a Lubnanê ye. Heta niha di hejmareke mezin a atolye û perwerdeyên zarok û ciwanan de li dibistan, komele û komên wane daye. Di van hemûyan de bi teknîka nû, nenas û ramanên nûjen bi armanca îfadekirina huner, jiyan û domdariyê hewl da ku bermahiyan veguherîne karên hunerî.

" “Bi berhemên xwe kurahiya rastiya qeyrana vî welatî didim nîşandan

Soraya Halal têkildarî xebatên xwe ji ajansa me re axivî û got: "Huner ji bo min ne tenê peyama jiyanê ye, di heman demê de rêgezeke jiyanê ye jî. Di gelek çalakî û pêşangehên ku beşdarbûme de teqez nêrînên derdorê digirim ji bo berhemên nû baştir çêbikim. Ez timî li hemberî nerênên nerênî bi baldrî disekinim ku bikarim encamek baş jê derxim. Ez timî hewl didim ku bi materyalên kêrnehatî re mijûl bibim, an jî materyalên xeternak ku wan veguherînim xebatek vegotinê ya hemdem, nemaze di pêşangeha xwe ya dawî de. Bi van rûyên ku di rastiyê de nînin û gemar û tirsnak in û bêhna wan qirêj e, ez kûrahiya rastiya qeyrana vî welatî û qeyranên li pey hev ên ku civaka Lubnanê têre derbasdibe radigihînim. Ji ber vê yekê ez wan vediguherim karên hunerî yên ku bi rastî nebaşin lê dikarin di guhertinên erênî re derbas bibin. Di pêşangehê de berhevkariyek ji 60 berhemên hunerî yên bi teknîka zîvirandinê ku min tê de tiştên cûrbecûr bikar anîn, di nav wan de tiştên kevin ên ji plastîk, têl, CD, kovar, lênûs, sindoq, pêlîstok, kaxiz, têlên darên hişk û yên din heyî.”

“Huner di hemû aliyên jiyanê de ye”

Soraya Halal bal kişand ser wê yekê ku di hemû aliyên jiyanê de hunereke afirîner heye û wiha domand: "Huner ne tenê di veguherîna plastîk de ye, di nav malê de ji bo parastina jîngehê di her astê de bi erênî werdigerîne. Yanî ger mirov erebeya xwe bi exlaqî bajo, ew huner e, heke ji cama erebeyê re bermayiyan navêje, ew dîsa pêşketin û huner e. Divê em di van waran de berdewam bin û hemûyan ber bi qonaxeke afirînertir ve biguherînin û veguherin şêwaza jiyanek erênî û li ser tevayî civakê bandorker be.”

Soraya Halal îşaret bi wê yekê kir ku di her pêşangeheke wê de ramanek nû û teknîkên  cihêreng hene û wiha lê zêde kir: "Ez hewl didim malzemeyên tablo û modelên xwe di heyamekê de kom bikim ku ji bo her pêşangehekê çend salan dirêj bibe. Di vê pêşangehê de malzemeyên şerê Tîrmeha sala 2006'an hene. Ez hewl didim hesta hunerî bi du rûyên cuda ve bigihînim hev, da ku ez malzemeyên zirarê dide jîngehê berhev bikim ku ew jî malzemeyên min ji bermahiyên plastîk, metal, cam û yên din berhev kirine. Rûyê duyemîn jî veguhertina van materyalan bo materyalek hunerî ye ku wateya estetîkî diparêze ji bo armancên ku ji jîngehê û mirovan re xizmetê dike.”

“Jîngeh û ava me tê talankirin”

Soraya Halal da zanîn ku tişta ew dixwaze di vê pêşangehê de hewl dide diyar bike ew e ku piştî hemû tiştên wan li vî welatî jiyayî, gelek hest di hundirê wan de mirin û bandorek neyînî li ser wan kir û êdî nikarin tehmûl bikin û wiha domand: “Tevî vê jî me hewil da xwe li jiyanê girt. Ji ber vê yekê, ji niha û pê ve, divê em hewl bidin ku guhertinê çêbikin. Di cîhanê de tu welat û hemwelatî nînin ku bi qasî gelê Lubnanê êş kişndin, ne tenê di warê şer de her wiha pereyên me, mal û milkên me hat dizîn û hîn jî tê dizîn, jîngeh û av me tê talankirin. Pirsgirêka plastîk a ku ez di tablo û modelên xwe de bikar tînim, îfadeya qirêjiya plastîk a li hemû peravên cîhanê ye, lewra hewl didim vê yekê bi riya hunerê îfade bikim.” 

Hunera têgînî

Soraya Halal diyar kir ku ev modelên bi agir û germê hatine çespandin, şokdar in û trajediya di nava giyanê de diyar dikin ku bêhna wê ya tûj di quncikên pêşangehê de xwe dide nîşandan û wiha dom kir: “Ev cure huner e ku girêdayî hunera têgînî ye, hunerek e ku bi hemî awayên berdest girêdayî raman û azadiya derbirînê ye. Bi karanîna materyalên nenas ji bo îfadekirina rewşên tevliheviyê yên di hundurê derûniya mirovan de tên karanîn. Nexweşikbûnek heye ku em hewl didin wê veşêrin. Hunera têgehî ya ku min pejirand li ser vê şokê ye, peyam û ramanek digire, bi riya karanîna têgehek nû û materyalên nenas. Mînak em laş bikar tînin, ji bo vegotina hin peyam, rewşek an tiştek ku di giyanê me de dişewite û armanca min ew bû ku ez tiştek mîna ya ku di şer de qewimîbû bikim. Di hemî pêşangehên min de çarçoveya pêşangeha min a bi ramanek nû ye ku pirsgirêkek û peyamek ez dixwazim derhêner bikim. Ew min û hestên min îfade dike ku çima em hîn jî bê pêşkeftin li cihê xwe mane?”

Peyama Soraya Halal ji bo jinan jî wiha ye: "Daxwaza min ew e ku piştî van hilbijartinan jin hukim bikin, ji ber ku wê demê em dikarin di civakê de guhertinên pêwîst pêk bînin. Jin perwerdekar û serperişta malê ye. Ew  paqijiyê dike, perwerde dike, guherînan pêk tîne û hay ji hewcehiyên mal û civaka xwe heye. Tevî tevliheviya li ser kar û destkeftên jinan jî ew dîsa li ber xwe dide. Jina xwenda û ji xwe bawer, xema gotinên vala nake. Ez hêvî dikim ku jin karibin bigihêjin cihên biryardanê.”

Seroka Komeleya Takwenê hunermenda plastîk Maya Fares ku yek ji beşdaran e jî got: " Soraya Halal bi fikrên xwe yên nû min û her kesî matmayî dihêle. Ew hunereke xweş û hemdem e. Her berhemek hunerî bi profesyonelî û pisporiya bilind tê nasîn ku mirov nikare teqlîd bike. Di heman demê de karanîna raman û materyalên hêsan û veguheztina wan di nav perçeyên hunerî yên rastîn de xalek bihêz e ku divê were destnîşan kirin. Ew malzemeyên ku di her malekê de peyda dibin û em dikarin wan bavêjin çopê bikar tîne

Hunermenda plastîk Rita Gemayel jî wiha got: "Ez di hin tabloyên xwe de akrilîk, cam, metal û madeyên din bikar tînim. Tişta ku min ji bermahiyên mala min aa ku di teqîna bendera Beyrûdê de xirab biyî  dur digire û dihêle ez hinek ji wan bûyeran dur bimîneim ev xebata min e ku ev yek rastiyê nîşan dide û hinekî dişibe prensîba di vê pêşangehê de tê bikar anîn.”