Di Pêşangeha Pirtûkan a li Cezayîrê de bandora bihêz a nivîsên jinan
28’emîn Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî (SILA 2025) ku li Cezayîrê hate lidarxistin, bi beşdarbûneke mezin ji nivîskarên jin ên ji nifşên cûda bi dawî bû. Jinan bi berhemên xwe yên ji helbestê bigire heta sînemayê, şopeke xurt hiştin.
NECVA REHÎM
Cezayîr – 28’emîn Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Cezayîr (SILA 2025) di 8ê Mijdarê de bi beşdarbûneke mezin bi dawî bû. Pêşangeh bi beşdariyeke xurt a nivîskarên jin ên ji nifşên cuda, û her wiha gelek xwendevanên ku bi wêje û ramanê re eleqedar dibin, hate nîşankirin. Jinan berhemên xwe yên nû di helbest, vegotin, rexne û sînemaya femînîst de bi xwendevanan re parve kirin.
'Helbest berdewamiya têkoşîna dapîrên me ye'
Helbestvan Kalthoum Dfous bi sêlogya xwe ya li ser azadî û berxwedana jinan beşdarî fuarê bû. Ev rêzepirtûkên helbestan ên biçûk li ser wêrekiya jinên Cezayîrî di seranserê dîrokê de û cihê jinên gundewarî di civakê de disekine.
Kalthoum Dfous got: "Jina Cezayîrî îro xwe îspat kiriye; wê bi keda xwe azadiya xwe bi dest xistiye. Di Şerê Serxwebûnê de mil bi mil li kêleka mêran sekinî. Di helbesta xwe de, ez daxwaza jinan a ku êdî nebin kole, lê bibin bingeha civakê diyar dikim. Ev berdewamiya têkoşîna dapîrên me û jinên berxwedêr e."
Nivîsandin rêzgirtinek ji bo bîranîna dayika te ye
Yek ji berhemên herî berbiçav ên di pêşangehê de pirtûka nivîskar Malika Bournane, "My Mother" bû. Li ser çîrokeke rastîn hatiye avakirin, ev berhem jiyana diya nivîskar vedibêje, ku şêst salan bi sebir û xebata dijwar jiyaye.
Malika Burnane got: "Diya min her tim digot, 'Xwezî kesek çîroka jiyana min binivîsanda.' Îro, ez hîs dikim ku min xewna wê pêk aniye. Ev pirtûk mînakek ji otobiyografiya jinekê ye; ew kûrahiya mirovî û hestyarî ya têkiliya dayik-keçê di civaka Cezayîrê de nîşan dide."
Dengên nû, hebûna jinan a nûkirî
Îsal, weşanxaneya Dawafe cara yekem beşdarî pêşangehê bû. Li gel hejmarên nû yên kovarên xwe "Fasl" û "Henri Sarour", saziyê pirtûkek taybet bi navê "Jinên Ereb di Sînemayê de" jî pêşkêş kir. Pirtûk perspektîfek hemdem pêşkêş dike ku ramana femînîst a Ereb û sînemayê tîne cem hev.
Rêvebera weşanxaneyê Maya Abbadi girîngiya beşdariya wan a yekem tekez kir û got, "Ev fuar derfeteke mezin bû ku dengê nivîskarên jin ên ciwan were bihîstin û cihê jinan di hilberîna çandî û hunerî de were nîqaşkirin."
Çar hejmarên kovara jinan "El-Blasa" jî li standa weşanxaneyê hatin pêşandan, ku ev yek nîşan dide ku medyaya çandî ya ku balê dikişîne ser jinan di qada wêjeyî ya Cezayîrê de cihekî mayînde girtiye.
Nivîskarên jin wêjeya pêşerojê ava dikin
Di merasîma bidawîbûna SILA 2025 de, navên nû ji nivîskarên jin ên ciwan ên ku mijarên wekî nasname, azadî û bîra kolektîf vedikolin, hatin destnîşankirin. Eleqeya zêde ya di nav xwendevanan de ji bo nivîsên jinan nîşan da ku di wêjeya Cezayîrê de guherînek xurt ber bi cihêrengî û nûjeniyê ve heye.
Fûara îsal careke din îspat kir ku ew ne tenê cîhek pêşangehê ye, lê platformek ji bo diyaloga nifşan e. Jinên Cezayîrî berdewam beşên xwe yên bêhempa di bîra çandî ya welêt de dinivîsin.