Qamişlo malovaniya 5’emîn Mihrîcana Fîlman a Rojava dike
5’emîn Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava bi dirûşma “Çîrokên Hevpar Sînemaya Azad” tê lidarxistin. Fîlmên bi çîrokên xwe dîroka gelan vedibêje wê li Qamişlo li ser dikê be.
SORGUL ŞÊXO
Qamişlo – Piştî 6 salan îro careke din Komîna Fîlm a Rojava bi kelecanek mezin amadekariyên lidarxistina 5’mîn Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava dike. Yekem Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava di sala 2016’an de di bin navê “Rojên pêşandana fîlman” de hatibû lidarxistin, ango salek piştî avakirina Komîna Fîlm a Rojava.
Komîna Fîlm a Rojava îsal jî amadekariya 5’emîn Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava dike. Mihrîcan îsal bi dirûşma “Çîrokên Hevpar Sînemaya Azad” tê lidar xistin. Dê di navbera 13-20’ê Mijdarê de li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê bê lidarxistin.
Derhênera sînemayê Nadiya Derwîş têkildarî 5’emîn Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava bersiv da pirsên ajansa me.
*Komîna Fîlm a Rojava îsal 5’emîn mihrîcana xwe ya fîlman li dar dixe. Mihrîcan yekem car kengî hat lidarxistin û di kîjan mercan de bû? Pêdiviya destpêkê ya vê mihrîcanê çi bû û hûn difikirin ku ew heta çapa xwe ya 5’emîn çawa bipêş ket?
Çapa yekemîn a mihrîcanê yekem car di sala 2016’an de di bin diruşma “Rojên nîşandana fîlman” de hat lidarxistin. Me bi vî awayî dest bi ceribandina yekem kir. Me xwest zemînek ava bikin ku fîlmên li Rojava û derveyî wê tên çêkirin, di qadekê de kom bikin û bidin nîşandan. Me wiha destpê kir, lê belê di çapa xwe ya duyemîn de me bi navê Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava berdewam kir. Pêdiviya wê hebû ku li vê qadê derhêner bi ziman û çanda xwe fîlman çêke, ji ber wê, gava destpêkê pir girîng bû. Ji lewra mihrîcan dibe zemînek ku çanda lidarxistina fîlman bêtir bipêş bixin. Heman demê dibe wesîleya danûstandin û avakirina têkiliyan a hem li ser asta Kurdistanê û hem jî derveyî welat. Gava ku mihrîcan navneteweyî be û ji hemû welatan û Kurdistanê jî fîlmên ku werin cûr be cûr bin ev girîng e. Em çanda nîşandanê destpêkê bipêş bixin. Ji ber ku bi salan e ev çand ji holê hatibû rakirin û ya heyî jî ne fîlmên ku em dikarin bi zimanê xwe guhdar û tamaşe bikin. Ez difikirim ku gavê herî baş ku me di qada sînemayê de avêt, lidarxistina Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava bû.
Di lidarxistina her mihrîcanekê de gelek fîlmên girîng dihatin û bi derhênerên ku fîlmên wan di mihrîcanê de hatin nîşandan re, têkiliyên pir bi hêz jî hatin avakirin. Li ser vê bingehê jî fîlmên me çêkirin û em ê çêkin, çawa li hundirê Rojava û derveyî wê û li welatên din bidin nîşandan jî, berhema van têkiliyan bû. Pêdivî di vê astê de bû.
*Armanca giştî ya mihrîcanê ne tenê nîşandana fîlman e, di heman demê de ronîkirina çanda şoreşgerî û jiyana hevbeş a mirovan li Rojava ye. Hûn difikirin ku ev mihrîcan ji bo berxwedana çandî û zimanê sînemayê li Rojava tê çi wateyê?
Armanca me ji mihrîcanê ew e ku gelê me yê li vir û derveyî welat li Rojava çîrokên hev bibînin, têkilî ava bibin û bi zimanê sînemayê gel werin ba hev. Li Rojava gelek berxwedanî û qehremanî hat jiyîn, gelê li Rojava bi xwe jiya û bi kamereyên ku bûn şahidê vê berxwedaniyê gelek fîlm li ser çêkirin. Yên ku ji çar aliyên Kurdistanê, Ewropa û gelek welatên cîhanê hatin bi sînemaya xwe bûn parçeyek ji vê şoreşê. Yên ku beşdarî mihrîcanên li vir nebûn, li welatên xwe di fîlmên ku nîşan dan de mijara berxwedaniya Rojava cih girtibû. Armanca me jî ne tenê nîşandana fîlman e, bi qasî ku çîrokên hevpar li qadekê bi gelên xwe nasandin e. Di nav şoreşê û di şert û mercên êrîşên ku heta niha li ser herêmê hene de, em bikaribin mihrîcanên xwe yên hunerî wek mihrîcanên sînema, wêje, şano, mûzîk û govendê lidar bixin, e xwedî girîngiyek mezin e. Salane gelek mihrîcan tên lidarxistin, em çand û çîrokên gelek netewan yên dewlemend jî nas dikin. Ev bi xwe zingînbûnekê ava dike.
*Di ser Mihrîcana 5’emîn re dem derbas bû, sedema vêya çi bû? Hûn difikirin ku ev beşek ji êrîşek sîstematîk a li ser hilberîna çandî û hunerî ye? Girîngiya lidarxistina festîvalê di bin şert û mercên wiha de çi ye?
Me gotibû ku mihrîcana yekem di sala 2016’an de hat lidarxistin, lê em niha di sala 2025’an de û di çapa xwe ya 5’an de ne! 4 çap hatin lidarxistin, me êdî amadekariya lidarxistina çapa 5’an dikir, lê hat betalkirin. 4 sal şûnde, em careke din vegeriyan lê vê carê bihêztir e. Dema lidarxistina çapa 5’an ket rojên êrîşên dagirkeriya Tirk li ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî yên di Cotmeha 2019’an de. Rast e em sînameger in lê belê di şert û mercên êrîşan û koçberiya gelê xwe de, me aliyê xwe yê mirovî derxist pêş û xwedî li gelê ku pêl bi pêl koçber dibûn, derketin. Ez bi xwe jî koçberek im ji Serêkaniyê ya dagirkirî. Sedema yekem ya derengmayîna çapa 5’an êrîşên dagirkeriya Tirk û sedema duyem jî derketina vîrûsa Corona bû. Ji lewra me nedikarîbû hejmarekî mezin li cihekî kom bikin û tendurstiya gel û beşdaran bikin xeterê û mihrîcana xwe çêkin.
Lê belê li derveyî welat, welatên ku têkiliyên me bi hev re hatibûn avakirin, xwedî li Mihrîcana Fîlm a Navneteweyî ya Rojava derketin ku bi awayekî çalakiyê hatibû lidarxistin. Li 55 bajaran fîlmên ku beşdar bûbûn hatibûn nîşandan. Ji lewra xwedî derketina wan li mihrîcanê bersiva herî girîng bû ji dagirkeriya Tirk re. Em jî vê dibêjin ku dagirkerî nikare çand û hebûna me qir bike. Piştî pêvajoya êrîşan em derbasî pratîkê bûn û me dest bi çêkirina fîlman kir. Gelek fîlmên ku me bi dawî nekiribûn hebûn, ji ber wê jî girîng bû ku em li ser temamkirin û nîşandana wê bixebitin. Me pêwîstî dît ku êdî em mihrîcana xwe betal nekin û nîvco nehêlin. Em bi vê armancê û bi vê kelecanê, amadekariya çapa 5’an dikin. Çend roj ma ji lidarxistina mihrîcanê re, em îsal pir bi kelencan in, îsal wê cûda be.
*Şoreşa jinan li Rojava ne tenê şoreşek siyasî, di heman demê de şoreşek hunerî û estetîk jî afirand. Hebûna derhêner, senarîst û lîstikvanên jin li mihrîcanê çawa vê veguherînê nîşan dide?
Hebûna jinê di her qada jiyanê û qada hûner û sînema de bi taybetî xwedî girîngiyek mezin e û jin rola xwe ya sereke baş dilîze. Di çîrokên ku em digrin dest de di mijar, lîstikvanî û pişt kamerayê jî jin rolek atkîv dilîze. Di her fîlmê ku em çêdikin de em xeta jin diparêzin. Ji lewra ji senarîst bigre, heta di cil û berg û aliyên wê yên teknîkî de jî jin rol dilîze. Em vê dibînin ku çîrokên jinê ku wê di mihrîcanê de werin nîşandan, wê bandorekê erênî jî bike. Hebûna xeta jinê li kêleka gelek xetên din, xemilandin û bedewbûnek cûda çêdike û şopa xwe dihêle.
*Beşdarbûna jinan a li mihrîcanê, wek hilberîner an temaşevan, di nav salan de çawa guheriye? Bi nêrîna te, peyama xweparastin û azadiyê ya ku jinan bi rêya sînemayê dane bandorek civakî ya çawa li ser te dike?
Hebûna jinan di mihrîcanê hêz dide mirov. Ez bi xwe hêz jê digrim. Em difikirin ku ez ne bi tenê me û divê xwe tenê jî nebînim, li kêleka min hevrêyên min yên jin hene. Kesên ku ez dikarim ji wan fikir, nêrîn û sûd bigrim hene. Wekî peyamekê em vê dibêjin ku jin dikarin bi rêya sînemayê, hûnera xwe derxin pêş û hêz bidin jinên ku hîn derbasî qada sînemayê nebûne. Pêwîstiya jinên hûnermend û sînameger heye ku bi destekî din yê jinan bigrin û bikaribin xwe derxin pêş û hevgirtinek jinan a qewîn çêkin. Erê, bandorek erênî çêkiriye ji ber niha derhêner jin, senarîst jin û aliyên wê yên cil û berg û teknîk jî hemû jin in. Jin îro di qada sînemayê de li Rojava wek berpirsiyar e, ne wek alîkar û li kêleka mêr cih digrin. Gavek baş hatiye avêtin, lê em bêjin têrker e wê ne di cih de be. Gavên hîn mezintir divê werin avêtin û aliyên wê yên fikrî û zanistî de bihêztir bibin.
*Ji çend welatan beşdariya mihrîcanê heye? Çend derhênêrên jin beşdarî mihrîcanê dibin bi berhemên xwe, eleqedariyek çawa heye ji hindûr û derve?
Em nikarin hejmara kesên ku wê beşdarî mihrîcanê bibin bidin, lê em dikarin bêjin ku ji çar aliyên Kurdistanê, herêmên hundirê Sûriyeyê yên di bin serweriya Rêveberiya Demkî ya HTŞ’ê de, Ewropa û welatin din jî fîlmên ku hatin şandin wê werin pêşandan. Elaqeyek pir mezin ji bo mihrîcanê hatiye nîşandan. Gelek hilberîneran xwestin ku bi berhemên xwe beşdarî mihrîcanê bibin, ji ber ku li qada ku hîn şoreş lê heye lê di hemwextî wê de jî êrîş hene. Heman demê di jûriyê mihrîcanê de jî 6-7 jin cih digrin. Him jî derhenerên jin û yên ku mijarên çîrokên wan jin in dîsa cih girtin. Ji 10 fîlmên mijarên wan jin in zêdetir li gorî şert û mercên mihrîcahê hatiye hilbijartin, wê werin nîşandan.
Gelek kesên ku bi berhemên xwe beşdarî mihrîcanê bûne û yên mêvan jî hene ku me wan vexwendiye. Lê di aliyên sînor de em hewl didin ku bi awayekî pirsgirêkên dê derkevin, çareser bikin û mêvan bi awayekî rihet derbasî Rojava bibin û reng bidin 5’mîn Mihrîcana Navneteweyî ya Rojava.