Di mihrîcana wêje û hunera jinê de hunera jinên wênexêz

Wênexêz Canda Ebdulqadir a bi tabloyên xwe beşdarî pêşengeha wêneyan a mihrîcana wêje û hunera jin bûye kêfxweşiya xwe anî ziman.

Qamişlo - Li Navenda Çand û Hunerê ya Muhemed Şêxo ya Qamişlo 7’emîn merîcana wêje û huerê ya jinan bi dirûşma “jin kulîlka buhara çandê ye” bi serpereştiya Desteya Çandê ya Herêma Cezîrê û beşdarbûna gelek jinên xwedî hunerên cuda ku dixwazin huner û jêhatîbûna xwe di vê mîhrîcanê de derxin holê hat lidarxistin. Di mihrîcanê de jî pêşengehek ji bo pêşkêşkirina tabloyên wênexêzan hat vekirin wênexêz jî bikarin bi berhemên xwe tevlî mihrîcanê bibin. Wênexêz Canda Ebdulqadir a ji bajarê Hesekê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi tabloyên xwe beşdarî pêşengehê bûye, kêfxweşiya xwe bi me re parev kir. 
“Mihrîcana wêje û hunera jin, ji bo me derfeteke mezin e”
Canda Ebdulqadir a bi du tabloyan beşdarî pêşengehê bûye wiha axivî: “Ev duyamîn care ez bi tabloyên xwe beşdarî mihrîcana wêje û hunera jinê dibim. Mihrîcanên bi vî rengî, derfet dide jinên hunermend û xwedî jêhatiyên cuda ku xwe îsbat bike û di riya pêşengehê hunera xwe pêşkêş bike. Her wiha jin dide îsbatkirin ku dikare bibe rêvebira jiyana xwe. ez bi du tabloyan beşdarî pêşengehê bûme, mijara tabloyên min jî jin e, di riya xêzkirina van tabloyan min xwest ez qala kesayeta jin a berxwedêr û tekoşer bikim.  di heman demê de, jin bingehê civakê ye û heger jin azad be dê civakê jî bi xwe azad bike. Di van salên dawî de rêjeya mirovan li ser vê mihrîcanê zêdetir bûye, carê tişteke wiha tune bû lê niha bi rehetî jin dikare bi riya van pêşengeh û mihrîcanan hunera xwe derbixe. Di vê tabloya xwe de min xwest neqşeya jin xêz bikim û bi rengê jin jî bixemilînim, her wiha di destê de azadî heye ku weke tê zanîn jin bingeha azadî û aştiyê ye. Rengên ku tablo pê hatiye xemlandin, kesayeta jin a hezkirina xwezayê rû dide. Jina hunermend asoyê wê fireh in û dikare xwe pêş bixe, di roja me ya îro de gelek kesayetên jêhatî û xwedî huner hene, bi hêvî me ku ev kes xwe pêş bixin û hunera xwe razayî nehêlin.”
Canda Ebdulqadir hêvî kir ku pêşangehên bi vî rengî her tim werin dubarekirin, hewr wiha hêvî ji jinan kir ku hunera xwe pêş bixin û wiha bi dawî kir: “Ez spasiya kesên ku bi pêşengehê rabûn dikim, ji ber ku rê li pêşiya derxistina hunera me vekir. Her wiha derfetek bû ku em wekî jinên wênexêz li vê derê bicivin û em bêtir hev nasbikin. Dema ku ez dibînim jinek pêşketiye û navdar bûye bi hunera xwe, ev yek min kêfxweş dike û hêz û moral dide min ku ez bêtir xwe pêş bixim. Ez bi hêvî me ku pêşengehên bi vî rengî her car werin dubarekirin.”