Li Şehbayê amadekariyên ji bo roja 8’ê Adarê berdewam dikin

Tevgera Hîlala Zêrîn bi alîkariya Tevgera Çand û Hunerê ya herêma Efrînê li Şehbayê amadekariyên xwe ji bo pêşwazîkirina 8’ê Adarê dikin.

Tevgera  Hîlala Zêrîn bi alîkariya Tevgera Çand û Hunerê ya herêma Efrînê li Şehbayê amadekariyên xwe ji bo pêşwazîkirina 8’ê Adarê dikin.
HESNA MIHEMED
Şehba- Bi nêzîkbûna 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê re, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coşeke bilind Roja Jinên Cîhanê pîroz dikin da ku berdewamiya xwe ya li ser riya berxwedan û mezinkirina têkoşînê ji bo bidestxistina azadî û wekheviya jinan di civakên hemû pêkhateyan de piştrast bikin. Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de Tevgera Hîlala Zêrîn bi alîkariya Tevgera Çand û Hunerê ya herêma Efrînê dest bi perwerde û xebatên xwe yên ji bo pêşwazîkirina 8'ê Adarê bi moralê bilind li kantona Şehbayê kirin. Têkildarî mijarê jinên ku cihê xwe di nav xebatên çand û hunerê de digrin behsa amadekariyên xwe ji me re kirin.
"Ev du meh in em amadekariyên pêşwazîkirina 8'ê Adarê dikin"
Endama Tevgera Çand û Hunerê û endama Komîteya Şopandina Amadekariyên 8’ê Adarê Newroz Silêman Roja Jinên Cîhanê li hemû jinên tekoşer û berxwedêr pîroz kir û wiha got: “Em vê rojê li hemû jinên cîhanê, dayikên pakrewanan û jinên ku bûne pêşeng ji vê rojê re pîroz dikin. Em bi saya berxwedan û têkoşîna jinan îro Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi gavên serkeftî û pêşketî pîroz û pêşwazî dikin. Ev du meh in em amadekariyên pêşwazîkirina 8'ê Adarê dikin. Min cih di komîteya şopandina perwerdeyan de girtiye û perwerdeyên stranan dişopînim. Îsal wê koma kevnşopî ya stranan derkeve ser dikê û stranên gelêrî, folklorî ji gel re bibêje. Bi pêşengiya jinan wê 8’ê Adarê bê pîrozkirin û bi hêviya sala li pêş li Efrîna rengîn em pîroz bikin.”
“Îsal wê çanda pêkhateyên din jî derkeve ser dikê”
Rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Efrînê Ronahî Şêxo bal kişand ser amadekariya wan ji Roja Jinên Kedkar a Cîhanê re û wiha anî ziman: “Em di meha vejîn û tekoşînê de ne, em jî wek jinên Hîlala Zêrîn amadekariyên xwe ji 8’ê Adarê re dikin. Komên me yên stran, şano û guvendê dest bi perwerdeyên xwe kirine. Jinên Efrînê bi rihê berxwdan û tekoşîna jinên pêşeng vê rojê pêşwazî dikin. Em dixwazin bi riya çalakiyên xwe yên hunerî, folklorî û çandî nameyên xwe ji gel re raghînin. Di vê salê de ji derveyî govendên herêmên yên Efrînê wê bên pêşkêşkirin. Me xwest komên jinên ciwan û Êzidî jî rengên xwe ji gel re bidin pêşandan. Em 8’ê Adarê li Rêber Apo pîroz dikin.”
 “Naveroka stranên me li ser berxwedana jinan e”
Endama Tevgera Hîlala Zêrîn Mofîda Hemdî ku di 8’ê Adarê de wê derkeve ser dikê teqez kir ku wek jinek hunermend cih di amadekariya 8’ê Adarê de girtiye û wiha pê de çû: “Em 8’ê Adarê li hemû jinên tekoşer û Rêber Apo pîroz dikin. Ez wek jineke hunermend cih di nav amadekariyên 8’ê Adarê de digrim. Hemû jin di vê rojê de li hev dicivin û cejina xwe bi hev re pîroz dikin. Stranên me naveroka wan li ser berxwedana jin, şerê gelê şoreşgerî, pakrewan û Rêber Apo ne.”