Cejna ku jiyan û berxwedan kiriye yek: Cimayiyan
Êzidiyên li Şengalê di destpêka payîzê de bi merasîmên rengîn, rakirina ‘periyan’ û xwarinên kevneşopî dest bi Cejna Cimayiyan dikin. Ev cejn ji bo civakê dibe wesîleya parvekirina êş û kêfxweşiyan û xurtkirina yekîtiyê.
GULÎSTAN EZÎZ - CÎHAN ZEMO
Şengal – Dema havîn êdî xatir ji dinyayê dixwaze û cihê xwe ji payîzê re dihêle, li Şengalê Êzidî dest bi amadekariya cejna xwe ya Cimayiyan dikin. Ev cejna du meh berdewam dike, her hefte li qubekê ye. Berovajî wî fikrê ku dibêjin payîz temsîla xemgînî û mirinê ye, Êzidî qubên xwe, periyên xwe nû dikin, xweşik dikin...
Li pêşiya cemaetê jinên ciwan bi cilên xwe yên resen, bi bixurên di destên xwe de dimeşin. Dibêjî qey dixwazin bi bixura di destê xwe de enerjiya xirab a li derdorê belav bikin. Komek zilaman perî rakirine ser serê xwe, li derdora wan gelek mirov hene... Dixwazin wê alê û yên rakirine biparêzin. Bi hev re qîr dikin; ‘Hol Hola Tawisê Melek e!’
Qubeke li bilindahiya çiyayê Şengalê: Mehemereşa
Em ber bi qubeya Mehemereşa ve bi rê ketin û ber bi çiya ve hildikşin. Bayê hênik li me dide. Kî dizane? Belkî bi riya vî bayî Mehemereşa bixêrhatina me dike. Bixêrhatina wî li ser rûyê me, di nava porên me de digere. Cara yekem e em ê beşdarî vê cejnê bibin lewma em nizanin em ê rastî çi xweşikî û balkêşiyan bibin.
Xweda çiyayê Şengalê çiya qubeyê qube jî goran diparêze
Quba Mehemereşa ji dûr ve bi hemû heybeta xwe li ser girekî li benda mêvanên xwe ye. Jixwe ne mumkun e tu li Şengalê qubekî di nava bajar de, li ciyekî bejahî bibînî. Hemû di hembêza çiya de ne, li hemberî hemû êrîşan çiyayê Şengalê dane pişta xwe.
Peyva Cimayî di wateya ‘kom’ de ye. Xelk jî hêdî hêdî, nû nû kom dibe. Di roja yekem a cejnê de xelk serdana gorên xwe dike. Êzidî miriyên xwe li ber qubeyên xwe dispêrin axê. Xweda çiyayê Şengalê, çiya qubeyê; qube jî goran diparêze...
Ji zarok heta kal û extiyaran her Êzidiyek ku tê wê derê qubeyê ziyaret dike, ji Tawisê Melek xêr û xweşiyê dixwaze, ji bo xwe, ji bo malbata xwe û ji bo hemû Êzidiyan.
Li gorî vegotinên gel bi xwe jî di demên berê de dema ferman û zextên li ser Êzidiyan zêde bûn, Êzidî nikaribûnn bi azadî cejnên xwe pîroz bikin. Di wan rojên dijwar de, civak biryar dide vê cejnê bi hev re pîroz bike. Ew jî dizanin; ji yekîtî û hevgirtinê hêz diwelide. Dizanin; ger tenê çend kes bin wê neyar rê li ber wan bigre.
Dema seatên xwarina nîvroyê nêz dibin, hem ji aliyê malbata micewirên qubeyê (xizmetkar) ve hem jî ji aliyê xêrxwazên Êzidiyan ve xwarin li wan kesên li wê derê ne tê belavkirin. Li ser sêniyên mezin savar an jî birinc; li ser van jî goştê sor an jî goştê mirîşk hene... Êzidî di mijara xwarinê pir hestiyar in. Divê li wê derê tu kes birçî nemîne. Ji bo xizmeta gel, keç û xortên dildar dikevin pêşbirkê.
Lê îro cejn e devê tûrikê êşan girtiye
Em jî di nava wan de diçin û tên. Mêze dikin, dixwazin fêm bikin. Bi dayîkan re diaxivin. Hemû rûken in, hemû ji dil in. Bi hemû dayikên me re hêminbûneke ku ji êşan xuluqiye dixwiyê. Cimaî wan komî hev kiriye. Derfeta parvekirina êş û kêfxweşiyan daye dayikan, jinan. Parvekirin êşan kêm, kêfxweşiyan mezintir dike. Lê îro cejn e, devê tûrikê êşan girtiye. Ya di dilê me de derbas dibe ev e; bila ev civak careke din rastî neheqî û nexweşiyeke din neyê. Dibe ku em ji derve hatibin lê wisa li me hatiye ku lêvken û çavtijî ne.
Canê Ebdî dayîkeke me ya ciwan e. Bi cil û bergên xwe yên resen re weke hûriyeke bêguneh e. Keçika xwe daye ser çoka xwe. Destpêkê şerm dike, naaxive. Piştre bixwe îkna dibe. Belkî jî dinuqute dilê wê û xwe bi xwe dibêje; ‘divê ez xweşikî û paqijiya çand û baweriya xwe parve bikim.’ Canê dibêje: “Ev roj, cimayiya Mehemereşa ye. Em vê cejnê li hemû Êzidiyan pîroz dikin. Xwedê hemû Êzidiyan bistirîne. Ev cejn bibe cejna xêr û xweşiyê. Ji ber fermanê demeke dirêj e em nikaribûn cejnên xwe bi azadane pîroz bikin. Mala xwedê ava. Ev du sê sal in em dikarin bikin.” Ev, ên ku bi dev gotine ne. Kesek bixwaze bibihîze, çav jî gelek tiştan dibêjin. Bêdengiyeke ku gurmegurm ji dilê te tîne.
Êzidî di nava ahengê de rîtîm digrin bi gerdûnê re
Ber bi danê êvarê ve gel li hewşa qubeyê ji bo dîlanê kom dibe. Di gelek çand û baweriyan de cihekî taybet ê dîlan an jî govendê heye. Êzidî jî hema bibêje di hemû cejn û rîtûelên xwe de govendê digerînin. Keç û xort, piçûk û mezin, dayîk û bav bi hev re, di nava ahengê de rîtim digrin bi gerdûnê re. Bi tepûrepa piyên xwe axê şiyar dikin, peyam dişînin asîman, hestên xirab ên di dil û mêjî de diavêjin, ji xwe dûr dixin. Mirov dema li wan mêze dike, weke ku ji nû ve tên dinyayê xuya dikin. Xwêdana ser rûyê wan, weke keda wan a welidînê ye. Dinya li derdora rojê, ew li derdora xwe dizivirin, dizivirin... Her diçe qerebalix dibe. Cara yekem e em ewqas Êzidiyan bi hev re dibînin. Êdî roj diçe ava. Dinya amadekariyên xwe yên îstîrahatê dike, em jî wisa. Em ê sibehê dîsa werin, ji ber sibehê wê perî were rakirin.
Êzidî bi hol hola û tilîliyan ‘periyan’ radikin
Dema em carek din di heman riyê de diçin heman ciyî, em ne ew mirovên beriya deqeyek in. Hest guherîne, fikir guherîne... Dibêjin wê seat 10’an periyan rakin. Em li bendê ne. Tiştên ji berê ve behs kirine, vê carê em ê bi çavên xwe bibînin.
Weke tê gotin berê, rengên ala Êzidiyan kesk, spî, sor û zer bûye. Lê ji ber zextên giran Êzidiyan ev reng di nava qubeyên xwe de veşartine, parastine. Niha jî li Şengalê di nava hemû qubeyan de bi rengên kesk, spî, sor û zer qûmaşên ku ji wan re dibêjin ‘perî’ hene.
Di cejna cimayê de, rakirina ‘periyan’ yek ji rêûresma herî balkêş û bi wate ye. Ev ‘perî’ şevekê di nava ava Kaniya Spî de dimînin û di wateya nûkirinê de tên mohrkirin. Bi amadebûna hemû kesên oldar û hejmareke zêde mirovan, li ber dengê şaz û qidûmê, hol hola û tilîliyan periyan dibin cihên wan.
Ev rêûresm tê wateya bilindkirina ala Êzidiyan di nava dagirkeran de. Em jî şahidiya wan kêliyan dikin. Di destê me de kamera em hewl didin her tiştî tomar bikin.
Li pêşiya cemaetê jinên ciwan bi cilên xwe yên resen, bi bixûrên di destên xwe de dimeşin. Dibêjî qey dixwazin bi bixura di destê xwe de enerjiya xirab a li derdorê belav bikin. Komek zilam periyan rakirine ser serê xwe, li derdora wan tije mirov in... Dibêjî qey ew însan weke ku wê alê û yên binî diparêzin derdora wan pêça ne. Bi hev re qîr dikin; ‘Hol Hola Tawisê Melek e!’
Li gorî ku tê bahskirin kesên wê demê perî radikirin, mîna fedayî bûn. Ji ber vê yekê, kesên ku periyê radikin, diden ser serê xwe di bin de dimeşin. Ev nîşaneya fedakariyê ye, tê wateya ‘Ger serê min jî tê de biçe, ez ê vê alê li ser serê xwe rakim’.
‘Mehemereşa ji bo hemû Êzidiyan duacî be’
Ew ber bi qubê ve dimeşin, em jî li gel wan. Em digihîjin gel qubeyê. Kesek derketiye ser serê qubeyê, li bendê ye perî were da ku bikaribe periya nû lê siwar bike. Di wê demê de dengê qewl û beytan bilind dibe ji aliyê oldaran ve. Wê demê tarîfkirin zehmet dibe. Coş û kelecan di asta herî jor de ye. Gotina ‘Hol Hola Tawisê Melek e’ ji zimanê wan kêm nabe. Yê ku periyê diguherîne, qubeyê ji çend ciyan ve maç dike. Ya kevin jî bi rêzgirtineke mezin teslîmî yên xwarê dike. Êdî erka wî qediyaye. Dikare bikeve nav civatê.
Ber bi êvarê ve dubare govend, dubare şahî. Weke Dayê Koçer Xelef jî dibêje: “Mehemereşa, ji bo hemû Êzidiyan duacî be. Xwedê xêra Êzidiyan qebûl bike û wan ji bela û fermanan bistirîne.”
Ger rojek riya we ket Şengalê û payîz be, beşdarî cimayiyek Êzidiyan bibin. Hûn ê jiyan û berxwedana Êzidiyan a di nava hev de bibînin.