Bîranîneke zindî ya mîrata resen a Yemenê: Gomlekê Sabir
Li hember windabûna cilên gelêrî, bi însiyatîfên jinan ‘Zanna Sabr’ vedigere cîhana xwe ya berê, dixwaze şêweyên xwe yên hunandinê û qalibên xwe yên resen vejîne. Her wiha vê mîratê ji windabûnê biparêze.
RANIYA EBDULLAH
Yemen – Di demekê ku cilên kevneşopî ji ber modên nûjen bi nemanê re rûbirû ne de, hunandina Gomlekê Sabir bi rêya însiyatîfên jinan ên ku dixwazin mîrata çandî û cilûbergên kevneşopî yên Sabirî biparêzin, vedigere. Armanca van însiyatîfan ew e ku bi hûrgulî û sêwiranên xwe yên cûrbecûr, şewq û prestîja cilê Sabir vegerînin. Ew şahidiyek ji bo bedewiya cilên Sabir û çavkaniyek debara jiyana jinên li gundên Sabirê ye.
Pêşangehek ji cilên ku ji hêla jinan ve hatine çêkirin
Meclîsa Jinên Sabirê bi lidarxistina atolyeyek perwerdeyê ji bo jinên ji gundên cuda yên Rêveberiya Cebel Sabr, xwest ‘Zanna Sabir’ û kalîteya tevnkirina wê vegerîne. Perwerdeyê danasîna cureyên şablonan, perwerdehiya li ser tevnkirina wan şablonan a bi destan û mekanîkî û dû re pêşangehek ji cilên ku ji hêla jinan ve hatine çêkirin, di nav xwe de digirt. Ev çalakî bi hevkariya rêxistina ‘Aştiya Yemenê’ pêk hat û di navbera 12-24'ê Tebaxê de dom kir. Mêvanên pêşangehê ji bo cilên hatine pêşandan eleqeyek mezin nîşan dan.
Nasname û çavkaniyek dahatê ye
Xedîce Şemsan ku hînî dirûtina vî cureyê cilan dibe, diyar kir ku ew hewl didin vê hunerê biparêzin û naxwazin bi tevahî dev jê berdin. Xedîce da zanîn, ji ber ku ew mîrata wan temsîl dike û ew ji vê mîrate hez dikin, hewldanên xwe didomînin û wiha got: “Me hêvî dikir ku em vê dewreya perwerdê bidomînin, lê rojên diyarkirî berî ku em bikaribin hemû şêwaz û hûrguliyan bi tevahî fêr bibin, bi dawî bûn. Qumaşê ku di dema perwerdê de hat peydakirin têr nekir û me bi hewildanên xwe domand, me dev jê berneda. Em hêvî dikin ku piştî ev proje biqede, piştgiriyek têr, qumaş û cihek xebatê yê guncav bistînin.”
Daxwaza desteka ji rayedaran dikin
Hosteya vî karê cuda Xezal Elî Mihemed armanca hewldanên xwe bi van gotinan anî ziman: “Em vegeriyan ser dirûtina gomlekê Sabir ê kevneşopî da ku vê mîratê vejînin. Em hêvî dikin ku rayedarên têkildar, piştgirî û cîhek taybetî ji bo pratîkkirina vê pîşeyê peyda bikin da ku nifşên pêşerojê karibin wê bidomînin. Ez hewl didim bi vê pîşeyê çavkaniyak dahatê peyda bikim û mîratê biparêzim.”
Şêweyên cûrbecûr ên dirûtinê
Seroka Encumena Jinên Sabir, Ganiya El-Humeydî anî ziman ku di encumenê de dixwestin ku tevnkirina kevneşopî ya vê gomlekê ji nûve vejînin da ku mîrateyek ku li ber windabûnê bû, biparêzin. Ganiya destnîşan kir ku ji bo parastina wê, bi Weqfa Salam Yemen re hevrêzî kirine û wiha domand: “Ji bo ku em vê çalakiyê li dar bixin û beşdarî vegerandina şahiya mîrateya Taiz û Sabrê bibin, li şûna ku wê bi şêwazên nûjen ên ku ji mîrat, adet û kevneşopiyên me re xerîb in biguherînin. Perwerdehkar jî serkeftî bûn. Armanca sereke, vejandina mîrata Sabrê ye.”
Du cureyên vî cil û bergê kevneşopî hene
Ganiya El-Humeydî ragihand ku du cureyên vî cilûbergê kevneşopî hene û vana wiha vegot: “Cureyek bi destan tê dirûtin û cureyek bi makînê tê dirûtin. Lê cureya ku bi destan tê dirûtin gelek xweşik derdikeve û nirxên wê gelek buha ne.”
Dayîkên ku parastina vê mîratê dikin
Safiya Elî balkişand ser mîrata Sabr û diyar kir ku hemû jinan, di demên berê de lixwekirina wan cilan dipejirandin. Safiya da zanîn ku ew heya niha vê mîratê diparêzin û li xwe dikin û wiha pê de çû: “Jin bi lixwekirina vî cil û bergê mîrate, gelek xweşik derdikeve. Berê me ji xeynî vê gomlekê tiştek lixwe nedikir û cureyek din nedipejirand.”
‘Em hewl didin biparêzin’
Cemîla Ehmed jî sedema dilsoziya wan a bi vî gomlekê kevneşopî re, wiha bilêv kir: “Ew beşek ji adet û kevneşopiyên me ne û nayê qutkirin. Em jinên temen mezin, heya niha jî pabendî vî cil û bergê xwe ne û em hewl didin wê biparêzin. Kesên ku vê cil û bergê didrûn jî, divê her hînî jin û jinên ciwan jî bikin da ku neyê windakirin.”
‘Divê hemû jinên ciwan xwe di parastina vê mîratê de berpirsyar bibînin’
Li gor Zufaran Mihemed jî gomlekê Sabrî yan jî Zanna Sabrî, bingeha xweşikbûn û kêfxweşiyê ye. Zufaran jî xemgînî û bendewariyên xwe wiha anîn ziman: “Mixabin ev cil û berg tê windakirin, ji ber niha cilên nû û pêşketî bêtir tên peydakirin. Ji ber vê yekê divê hemû jinên ciwan xwe di parastina vê mîratê de berpirsyar bibînin û nehêlin ku bê helandin. Ez hêvî dikim ku carek din jin vegerin vê cureya cil û bergan, lixwe bikin û hînî dirûtina wê bibin."