Li Xezayê 40 hunermendên jin di pêşangehê de hatin cem hev

40 hunermendên jin ên beşdarî pêşangeha ku ji aliyê Weqfa Dar El-Kelima ya li Xezayê ve hatiye vekirin, bal kişandin ser serpêhatiyên jinan di berhemên xwe de û gotin ku huner amûreke baş e ji bo gihandina peyamekê ji civakê re.

RAFIF ESLEEM

Xeza- Weqfa Dar El-Kelima bi beşdarbûna 40 jinên hunermend ên ku di warê peykersaz, wênekêşî û hunerên dîtbarî de dixebitin, duh pêşangehek vekir. Koordînatora Bernameya Xezeyê ya Weqfa Dar El-Kelima Ghada El-Eraj diyar kir ku hunermendên jin di mehên borî de di warên cuda de perwerde dîtin û pêşangeh vekirin û berhemên xwe pêşkêşî raya giştî kirin. Di pêşangehê de zêdetir jinên ciwan ku jêhatîbûna xwe di cureyên hunerê de îsbat kirin.

'Divê jin hay jê hebin'

Hunermendê plastîkê Samar Zorob diyar kir ku ew bi du berhemên cuda beşdarî pêşangehê bûye û got, "Yek ji berhemên min peykera jineke ku di girtîgehê de maye û çavên xwe girtiye da ku adet û kevneşopiyên civakê nebîne û têkoşîna wê ya ji bo bidestxistina armancên xwe ye. Di xebatê de min xwest peyama ku jin di bin zexta civakê de nebe, her tim li ser rêyên serkeftî bimeşin û xwe îspat bikin bidim. Xebatên dîtbarî zêdetir bi peyam in. Bi taybetî di vegotina êşên jinan de bi bandor e. Divê jin zanibin ku jiyana asayî ya dibînin, di rastiyê de girtîgeh e."

We xebata xwe ya yekem pêşan da

Hunermenda plastîkê Fatima Youssef a ku bi 4 berheman beşdarî pêşangehê bû, diyar kir ku wê yekemîn berhema xwe ya di hunera peykersaziyê de pêşkêş kir da ku têkiliya jinan bi civaka ku tê de dijîn û hêza ku temsîl dike vebêje. Fatima Youssef a ku peykerên xwe bi axê çêkir wiha got: “Di destpêkê de peykerkirina bi axê ji bo min veguherî qeyranekê. Min nizanibû ku meriv wê çawa bêyî ku beşê bi tevahî azad bike rast bikim. Ji ber vê yekê min alîkarî ji hunermend Rana El-Betrawî xwest ku çavdêrî û serastkirina karên min dike.”

Azadiya jinê vedibêje

Hunermenda plastîk Ferah Qermout derbarê berhemên xwe yên pêşkêşî pêşangehê de wiha got: “Min peyker çêkir da ku wêneyekî cuda yê bajarê dorpêçkirî û dûrî şer bikşînim, ji bo gotûbêjkirina mijarên kûr ên jiyana rojane ku heta niha kesî dest nedabû wan. Xebata min behsa azadiya jinê dike. Xebata min diyar dike ku ne tenê li Şerîda Xezayê, di hemû civakên ereban de jin ji astengiyên zihniyeta baviksalarî bêyî zext û zordariya kesî, beşdarî civakê bibin û xwedî bandor bin.”

Hûnera xwe ji çavê zarokeke keç dîzayn kir

Derbarê karê xwe de Rasha Al-Rayes wiha got: “Min weke keçekê xwest ku pirsgirêkên jinan çareser bikim û deng bidim. Ez bi pirsgirêkên ku her roj rastî min tên û min dît ku huner di vegotina mijarên cuda de bi bandor e. Loma jî min ji peykersaziyê hez kir û zêdetir eleqedar bûm. Girîng e ku hunermendên jin bi çandên cuda re tevbigerin. Ez difikirim ku malperên tora civakî û teknolojiya nûjen jî ji bo vê yekê amûrên girîng in.”

Mozaîka herî mezin a cîhanê xist nav tabloyê

May Baroud ku serdana Qesra Hîşam a ku Hîşam Bin Ebdulmelik li Erîhayê çêkiribû, bi tabloya ku mezintirîn tabloya mozaîka cîhanê ya 827 metrekare teqlîd dike, bi navê "Dara Jiyanê" ku li ser qata qesrê ye, beşdarî pêşangehê bû.  May Baroud bal kişand ser girîngiya parastina mîrata Filistînê û cihên ku çar şaristaniyên li ser axa Filistînê li pey xwe hiştine û wiha got: "Min xwest tevî hemû astengiyan jî wargehên li herêmên din ên welêt bînim pêşangehê."