Hana Darqawî bi pirtûkên wêjeyî têkoşîna xwe didomîne

Nivîskar Hanan Darqawî ku pirsgirêkên jinan ên civakî bi wêjeyê digre dest got: “Divê jin li hemberî hemû cihêkarî û bêedaletiya ku tê kirin têbikoşin û bal kişand ser girîngiya piştevaniya jinan a li hemberî cihêkariya ku li wan tê kirin.

HANAN HARITE

Mexrib- Nivîskara Mexribê Hanan Darqawî da zanîn ku li welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê divê jinên nivîskar dengê xwe bikin yek û xwest di sazî û komeleyan de xwe bi rêxistin bikin û bi xebatên kolektîf piştgirî ji bo xebatên nivîsakaran were dayîn. 

Nivîskar Hanan Darqawî bersiva pirsên ajansa me da û der barê edebiyata Bakurê Afrîqayê û Rojhilata Navîn de nirxandin kir.

*We di romana xwe ya bi navê ‘Reqasvan naçin cenetê’ bêdengî şikand, we bi zihnyeta mêr re nîqaş da avakirin, we ji xwendevanan hevbondariyek dît? Ji ber cesareta xwe hûn rastî rexneyan hatin?

“Romana min a dawî ya bi navê ‘Reqsvan naçin cenetê’ di edebiyata Ereban de mijareke ku kesê negirtibû dest, rastiya reqsvanan, min çîroka sê keçên Mexribê yên ji kokên cuda derxist holê. Min bal kişand ser zext, şerm, tecawiza zarokan û tundiya di nava malê de. Roman qedexe û binpêkirinên hemberî bedena jinan, xwedîbûn û xizaniya ku jinan dixwe tevgerê di teyîsîne. Ev roman hinek caran urf û edet, hinek caran jî bi navê dîn serdestiya mêr li Bakurê Afrîqayê û Rojhilata Navîn hikum dike, mîrasa îtîraza dînî û çanda civakî ye.

Min hinek kurtiyên vê romanê di hesabê xwe yê Facebookê de weşand û her carê li ser nîqaş derketin û ji aliyê hinek muhafazakaran ve hat rexnekirin lê belê piştî ku hate weşandin bertekek baş girt û cara duyem hat çapkirin. Li fakulteya hunerê ya Tetuan a li Bakurê Mexribê li ser vî beşî lêkolîn û xebatên rexenkirinê hatin kirin. Ez ji xwendevanan peyamên teşwîqkirinê digrim. Li gorî min berhemên baş in, xwe bi xwendevanan dane qebûlkirin.

*We mijara kurtaja veşartî girtiye dest, we di romana xwe ya bi navê ‘Xweşikên nîvê şevê’ de kontrola sîstema mêrsalariyê li ser jinan bi çi mînakan şênber kir?

Mijara bi aloz a ‘Xweşikên nîvê şevê’, min kurtaja veşartî girt dest, piştî romana ‘Navteng û welat’ û ‘Pira xweşikan’ ev romana min a sêyem e. Roman behsa xwendekara îxtîsadê Sabihayê dike. Sebîha ji bo kurtaj bibe hewl dide pere bibîne, yan divê zaroka xwe biwilidîne yan jî divê kurtaj bibe, yan jî di nava civakek ku cihêkariya zayendî dike, bi pêkanînan re hevrûbûn û têkoşînê bijî. Qehremaniya romanê ji malbatek xizan û muhafazakar tê, du birayên hev ku xeyalên cîhadê dikin ji ber pêkanînên ku ji kokê tên zext li wan dikin, roman li ser bûyeran, di nava civaka Mexribê de jinên ku rastî astengiyan tên disekine. 

Sabîha ji bo dest ji dibistanê berde rastî zextan tê, tundiyê dibîne û bi zorê bi mêrekî re tê zewicandin, Sabihaya ku ev rewş red dike, ji malê direve, birayê wê, wê dibîne û bi kêrê wê birindar dike, tundiyê lê dike. Çîroka Sabîha êşa gelek jinên ku di nava civaka Mexribê de rastî zext û cihêkariyê tên vedibêje û ji bo xwe îfade bikin, hêviyên xwe bi cih binîn serî li gelek riyên ne zagonî didin. Li vê derê alî û aliyên pêwendîdar, ji bo avakirina edaleta aborî û civakî, mafên jinan û rûmeta xwe bi xwe dibin ewlehiyê de û di civakê de cehalet, paşvemayîn û di belavbûna tundiyê de, sûdên exlaqî û belavbûna pêşîlêgirtina dejenerebûna civakê divê şert û mercên pêwîst were avakirin.  

*Hûn edebiyata femînîzmê li herêmên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê çawa dabeş dikin û rexnekirina herdu zayendan, şopandina metnên edebî û di mijara xwendinê de objektîf e, yan jî ji aliyê otorîteya mêrsalarî ve tê birêvebirin?

Edebiyata Femînîst a li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê weke dengê herî xweş ê li hemû welatan, edebiyateke zindî ye lê belê ji ber nebûna piştgiriya sazî û fermî, edebiyateke hewldanên jinên girêdayî kesî ye. Ji ber şert û mercên cîhana weşangeriya li herêmê gelek nivîskarên jin rastî husranê tên. Wezareta Çandê piştgiriya pirtûkan dike û difiroşe lê belê pereyê nivîskaran ranazîne. 9 berhemên min ên edebî hatin weşandin tenê ji Dar Al-Marifa kolekisyona min a çîrokên kurt a bi navê ‘Jiyana Xirab’ min pereyê xwe girt. Ez daxwaz dikim ku ev piştgirî bigihîje jinên nivîskar. Ji ber ku em jî di aliyê aborî de jiyana zehmet de dijîn. Li herêma me jiyana edebiyata femînîst girîng be jî ji derveyî piştgiriya madî ji bo wergera zimanên din bê kirin pêwîstî bi projeyên saziyan heye. Rexneyên li herêma me, mixabin di destên otorîteya mêrsalarî û heta li gorî pere ye. Tê bîra min ji bo romana min a ‘Navteng û Welat’ rexnegireke Misrê ji min pere xwest. Mixabin rexnegir, çawa ku berhemên jinan biçûk dikin bi heman cidiyetê nêzî berhemên herdu zayendan nabin. Rexnegirên mêr, der barê berhemên jinan de, tiştên ku dinivîsînin rexneyên çîna duyem afirandine.

*Edebiyat, di qada pevçûn û qeyranê de êşên jinan digre dest? Ger bê fikirandin ku pirsgirêkên jinan yek in û neyên parçekirin. Weke nivîskarên Bakurê Afrîqayê û Rojhilata Navîn di nava we de koordînasyonek çawa heye?     

Li herêmên xebat û qeyranê, jî di xebatê de weke çek rastî tecawizê tên û ji ber jin zincîra herî qels in, êşa jin û zarokan dibe du qat. Herî zêde me dît ku jinên Êzidî çawa ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin kolekirin. Tiştên ku li Sûriye, Lubnan, Iraq û Sudanê qewimîn gelek rûxîner in. Mixabin afrînerî gelek kêm e. Nivîsîn û edebiyat weke xwarin û avê weke pêwîstiyek bingehîn berdewam dike û divê jin vê yekê fam bikin, bi teybetî li herêmên pevçûn li wan hene, li dijî tucarên şer her gotina ku tê ziman gelek girîng e. Min êşên jinên Sûryeyî, Lubananî, Yemenî, Sûdan û yên din nexwendiye lê belê bi anîna ziman ya êşên jinên li wan herêman, derbarê şert û mercên ku di nav de diaxivin, heta em li bendêne ku mêr jî derbarê van şert û mercan de biaxivin. Ya giring divê qêrînên wan bigihin cîhanê. Alî Al- Mukrî yê Yemenî di romana xwe ya bi navê ‘Harmah’ dengê jinên Yemenî gihand hemû cîhanê.

Ger em werin ser koordînasyona di navbera nivîskarên jin ên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqayê de, têkiliya di navbera jinên nivîskar de divê jinên nivîskar li herêmên sazî û komele bi rêxistin bikin, weşanên kolektif bikin û ji derveyî hevgirtina jinên nivîskar wê çareseriyek nebe. Dengê me heye, ji ber doza me yeke, ew jî azadiya jinan û şert û merc were başkirine. Piştî şerê cîhanê ê dûem ji bo ji nûve înşakirina Avrûpa weke pilana Marshall. Di civaka mede divê jin li dijî  hemû cûrê cihêkariyê û bê edaletiya ku rastî tên têkoşînê bikin, pêwîstiya me bi projeyek ku şert û mercên jiyan baş bike heye.  Divê koordinasyon di nava hemû saziyan de hebe.

*Di planên we yên pêşerojê de çi hene?

Di nava projeyên min ên pêşerojê de romanên min ên bi navê ‘Aşiqê Fransa’, pirtûka min ya biyografî ya bi navê ‘Pesnê xwendinê’ û pirtuka min a bi navê ‘Di jiyana jinekê de yek saet’ ku nehatin çapkirin cih digre. Min komkirinek ji çîrokên kurt şandiye weşangeriyê,ez li benda bersîva wême. Pirtukên bi navê ‘Seatên min qurfbar’ yan jî ‘Felsefe çawa min ji dinbûnê rizgar kir?’ yên Fransî heye, tê lêkolînkirin û niha jî Mexrîb ji binpêkirinê  heta niha ez bi navbeynkariya malbatek li Vahaya Tinjdad romana ku dîrok girtî dest li ser qismê yekem ya sêgoşeya  ‘Cenet çi dide’ dixebitim.”