Beşdaran mohra xwe li pêşangeha hunera plastîk a "Afrîneriyên Adenê" dan

Pêşangeha hunera plastik a "Afrîneriyên Adenê" ku duh di 19’ê Sibatê de çalakiyên xwe bi dawî kir, bi beşdariya pêncî hunermendên plastîk ku pirsgirêkên civakê pêşkêş kirin û piştgirî dan doza jinan û dest ji cudahiya nijadî berdan bal kişandin.

NOOR SURIB
Yemen - Pêşangeha hunera plastîk a "Afrîneriyên Adenê" ku ji aliyê Ofîsa Çandê ya Adenê ve bi piştgiriya Civaka Navdewletî ya Alîkariya Qurbaniyên Şer û Karesatan (El-Emîn) hat organîzekirin, bi beşdariya komek hunermendên plastîk, ciwan û komek zarokên behremend pêk hat.
Pêşangeha ku hefteyek domiya, bi beşdariya pêncî hunermendên ciwan ên plastîkê ji bajarê Adenê ku xwediyên gelek jêhatiyan e ku hin ji wan li ser caw xêz dikin û hinekên din jî bi komirê xêz dikin, bal kişand. Her wiha hin hunermendên jin ên bi qehweyê xêz dikin û yên ku di kaligrafiya Erebî dikin peşdarî pêşangehê bûn. Hunermendan di tabloyên xwe de pirsgirêkên civakê yên weke qeyrana gihandina avê pêşkêş kirin, mafê jiyanê û pirsgirêkên jinan pêşwaz kirin û cihêkariya nijadî red kirin.
"Ji sedî 50 ji beşdarên hunerî, jin bûn"
Berpirsa Têkiliyên Giştî ya Buroya Çandê ya Adenê û koordînatora pêşangeha plastîk Amal Ehmed der barê pêşangehê de ji ajansa me re axivî wiha got: "Bi riya pêşangehê, em hewl didin ronahiyê bidin ser huner û jêhatiya koma ciwan ya xweş ew e ku ji sedî 50 ji beşdariyên hunerî jinên ciwan û jinan bûn ku têkiliyek hunerî ya afirînerî li pêşangehê zêde kirin."
Amal Ehmed bal kişand ku tabloyên di pêşangeha "Afrîneriyên Adenê" de hatin pêşandan dê ji bo piştgirîkirina hunermendên jin û mêr ên beşdar ji bo firotanê bên pêşkêşkirin û destnîşan kir ku ew ê pêşangehên din ên hunerî ji bo piştgirîkirina koma ciwan li dar bixin û hebûna çandê di nav bajarê çandê, Adenê de zêde bikin.
"Her tablo çîrokek vedibêje û hemû çîrok kurteya hêviya heyî ne"
Xewla El Yemanî ya yek ji beşdarên pêşangehê bû, bi tabloyeke ji qehweyê xêz kiriye beşdar bûye wiha got: "Ez kêfxweş im ku beşdarî vê pêşangehê bûm û ez berê jî beşdarî pêşangehên berê yên herêmî bûbûm. Di yek ji beşdarbûna min de serkeftin bi dest xist û pileya yekem wergirt. Lê ya ku vê pêşangehê cuda dike ev e ku ez bi tabloyek ku min bi qehweyê xêz kir, beşdarî wê bûm ku mîna jineke gulvekirî ye rûxmê êşa wê ya pençeşêrê û weşandina pore wê. Pêdiviya me bi pêşangeh û çalakiyên çandî yên bi vî rengî heye ku jêhatîbûn û potansiyela hunerî nîşan bidin.” 
Raghda Kemal a bi alavên plastîk hunerê dike, bi çar tabloyên xweş beşdarî pêşangehê bû û wiha got: "Ez bi çar tabloyan beşdar bûm, ew jî Riya Hêviyê, Sêrbaziya rojavabûnê, Kulîlkên Jiyanê, Şeva Hêviyan e. Her tablo çîrokek vedibêje û hemû çîrok kurteya xwe hêviya heyî ye, her çiqas zehmetî zêde bibin jî. Peyama min ew e ku çi dibe bila bibe, her tim hêvî heye. Ya ku tabloyên wê cuda dike ew e vegotina hestan e.”
"Ez hêvîdar im ev pêşangeh nebe pêşangeha dawî"
Wênesaz Emîra El-Behsanî der barê beşdarbûna xwe ya pêşangehê de wiha got: "Ez gelekî kêfxweş bûm, ji ber ku ez dikaribûm beşdarî pêşangeha li goşeya tîpên Erebî bibim û jêhatîbûna xwe û berhemên ku min bi dest xistine yên ku çanda jinan û ruh û bedewiya wan di çarçoveya xêza Erebî de nîşan dide, pêşkêş bikim. Ez hêvîdar im ku ev pêşangeh nebe pêşangeha dawî." 
Rawan El-Ekkad jî bi çar tabloyan beşdarî pêşangehê bû ku her çar tabloyên wê jî balê dikişandin ser nîşaneya bedewiya bajarê Adenê û bermahiyên dîrokî yên ku wî ji bajarên din ên Yemenê cuda dikin. 
Li aliyekî din hunermenda plastîk, Monia Al-Yamî, bi tabloyên xwe yên ku balê dikşînin ser modaya herêmî ya jinan a li Adenê û Socotra, beşdarî pêşangehê bû, wiha got: "Ez bi tabloyên dîwar beşdar bûm ku xêzkirina wan du meh û nîv dirêj kir. Tabloya duyemîn jî qeyrana avê ya ku ji ber şer em pê re rû bi rû ne vedibêje. Min dîmenek biçûk a rastiya ku me di dema şer de jiyaye, dema ku em ji bo peydakirina avê di dorê de disekinîn xêz kir. Mixabin hîn jî krîz li ser rastiya bajarê me û bajarên mayî serdest e û di tabloyê de jin, zarok û kal û pîr di rêzên dirêj de li benda çend lître ava vexwarinê ne."