Yaghana dawiyê Christina Calderon jiyana xwe ji dest da

Nivîskar û parêzvana çandê Christina Calderon Harban ku weke xezîneya bîreriyê li welatê xwe dihat nasîn li Şîlî yê yaghana eslî ya herî dawiyê bû û zimanê xwe yê dayikê yaghanî diaxifî 16 Sibatê jiyana xwe ji dest da.

 
Navenda Nûçeyan – Etnografiyanas, zenetkar, nivîskar û çalakvana çandî Christina Carderon Harban piştî mirina xwişka xwe Ursula ya sala 2005’an di temenê 84 salî de jiyana xwe ji dest dayî, li ser rûyê erdê Yaghana eslî ya herî dawiyê bû û bi zimanê xwe yê dayikê Yaghanî diaxifî, 16’ê Sibatê di temenê 93 salî de çavên xwe li jiyanê girt. 
Christina Calderon a di sala 1928’an de li Isla Navarino jidayik bû, di nav civaka Villa Ukika ya ku çand û baweriyên pêşiyên xwe yên 6 hezar salan li giravên Tierra del Fuego jiyane, berdewam kirine dijiya. Weke endamek çalak a civakê hêj di temenek biçuk de fêrî zimanê Îspanî bû.  
Hem ji bo parastina çandê hem jî debara jiyanê selik dihûnand
Bi hûnandina selikên yargan a çandekî heremî ye hem çanda xwe ya xwecihî parast hem jî debara zarok û neviyên xwe li ser dahata wan dikir. Bi salên dirêj xebitî û bi dahata ji wan digirt li neh zarok û çar neviyên xwe mêze kir.  Gelek endamên malbata wê ji ber tirsa ku ji aliyê mêtîngeran ve rastî cudakariyê bên fêrî zimanê xwe yargan nebûn. Ticarî deshilat û mêtîngeran nekarî çavê Christina Calderon bitirsîne û wê ji çand, ziman û nasnama wê ya xwecihî dur bixe. 
“Min hîs kir ku bi temamî tenê mam”
Di hevpeyîvîne xwe ya sala 2016’an de wiha dibêje: “Dema ku xwişka min Ursula jiyana xwe ji dest da, keseke ku kes ê bi zimanê dayikê bizanin ku bikarim pêre biaxifim nema hestek cuda bi min re da çêkirin. Min hîs kir ku ez bi temamî tenê mam.” 
“Xezîneya Bîreweriyê”
Christina Calderon ji aliyê Konseya Çand û Hûnera Şîlîyê ve weke “Xezîneya Bîreweriyê” hat nasîn û di sala 2009’an de weke Keça Navdar a Antartîka, Şîlî û Herema Magallanes ê hat îlankirin. Piştî mirina Christina Calderon kesekî ku bi zimanê yaghanî biaxife nema.