Belgesela “Hêza” li Boden ê weke belgesela herî baş hat hilbijartin

Belgesela “Hêza” ya çêroka jinek Êzidî ya piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an bi tevahî jiyana wê hatî guherîn di beşa belgeselan a Festîfala Filîman a Boden a Navnetewî de weke belgesela herî baş hat hilbijartin û hêjayî xelatê hat dîtin.

Navenda Nûçeyan – Belgesela bi navê Hêza ya ku bi derhêneriya Derya Deniz hatî mamadekirin di beşa belgeselan a Festîfala Filîman a Boden a Navnetewî de weke belgesela herî baş hat hilbijartin û hêjayî xelatê hat dîtin. Belgesela ku muzîka wê ji aliyê Mehmud Berazî ve hatiye amadekirin, montaj û wênegirtina wê jî ji aliyê Şaristan Mahîr, Aza Boran, Afat Baz û Îbrahîm Sedî ve hatiye kirin. Dîmenê belgesela Hêza ya ku amadekariya wê di nava salekê de qediya li erdnîgariya Reqa, bakur û rojhilatê Suriyeyê û Şengalê hatiye berhevkirin.

Belgesela “Hêza” çîroka jinek Êzidî ya 3’yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê li gel 24 endamên malbata xwe ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve tê revandin. Çeteyên DAIŞ’ê Hêza dibin Reqayê û li wê rastî gelek kiryarên xirab ên çeteyan tê. Gelek caran hewla întiharê dide lê namire. Ew piştre li Reqayê bi rêya malbatek Kurd xwe rizgar dike.

Di sala 2015’an de carek din tê Şengalê. Piştî ku Hêza rizgar dibe ji bo rizgariya jinên dinê yên dîlgirtî dikeve nava tevgerê. Ew hewil û tevger wê ber bi Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ê ve dibe, ji vê hêzê bi dil bawer dike û hemû hêza xwe dide xebatê.

Li Şengalê dibe fermandareke YJŞ’ê û ji bo tolhildana jinên Êzidî di sala 2016’an de wek fermandara YJŞ’ê diçe Reqayê û tevlî operasyona paqijkirina Reqa ji çeteyên DAIŞ’ê dibe. Piştî xelafeta DAIŞ’ê li Reqayê tê hilweşandin, serdana wê malbata Kurd a ku di dema DAIŞ’ê de alîkariya wê kirî, dike.