Bertekên ku li hemberî tacîzên di sînemaya Îranê de çêdibin zêde dibin

Bertekên li hemberî tacîzên di sînemaya Îranê de tên jiyîn zêde dibin. Bertekek din jî ji lîstikvan Faqih Soltanî hat. Soltanî diyar kir ku beriya şeş salan dema rastî tacîzê hat û ev yek eşkere kir, tenê hat hiştin lê niha destpêkirina tevgerek bi vî awa

Navenda Nûçeyan- Sînemaya Îranê bi tacîzên li hemberî jinan tê nasîn. Beriya çend rojan daxuyaniyên der barê tacîzên ku hatine jiyîn de hatin dayîn. Her çendî pêşî lê sînemayê bigre jî jinan bertek nîşanî tacîz û şîdeta li dijî wan tê kirin dan. Ji sedî zêdetir nivîskar, hunermend û lîstikvanên Îranê li hemberî tacîzê îmze kom kirin û daxuyaniya çapemeniyê dan. 

Daxuyaniyek der barê tacîzê de jî ji lîstikvana Îranî Faqih Soltan hat. Lîstikvanê da diyarkirin ku beriya şeş salan dema mijara tacîzê aniye ziman, kesê dengê xwe dernexistiye û destek nedayê. Lê belê niha ji ber ku tevgerek bi vî awayî hatiye destpêkirin gelek kêfxweş e. Di hesabê xwe yê tora civakî de Faqih Soltanî got: “Di dawiyê de ew kesên ku dest bi pîşeya sînemayê bikin yan jî kesên profesyonel di sînemayê de rastî tacîzê tên êdî stargehek heye xwe bispêrinê û hebûna tevgerek bi vî rengî cihê kêfxweşiyê ye.”