Şêwekar Hataw Kerîm bi wêneyên xwe reng dide tax û kolanên Helebçe

Şêwekar Hetaw Kerîme Bi wêneyên ku li ser diwarên tax, kolan, nexweşxane û dibîstanan xêz kiriye reng dide Helebçe.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helebçe- Hataw Kerîm yek ji wan şêwekerane ku li Helebçe bawerî daye karê şêwekariyê û heta niha bi temamî cihê destê wê li tax û kolan û cihên tendirûstiya Helebçe heye. Bi wêneyên ku li ser diwarên tax, kolan, nexweşxane û dibîstanan xêz kiriye reng daye Helebçe.

Hataw Kerîm peymangeha hunerên ciwan ya Helebçe temam kiriye. Ji sala 2013’an ve li dibîstana Edîle Xanim li Helebçe waneya hunerê dide. Di çend rêxistinan de di navbera havînê de waneya wêne dide û bejdarî çend pêşangehên şêwekariyê bûye û bi wêneyên xwe dû pêşangeh vekiriye.

‘Ez karê xwe bi xwebexşî û bê beramber dikim’

Şêwekar Hataw Kerîm ji derveyî karê şêwekarî, mamostatî, diwarên tax, kolan, nexweşxane û dibistanên Helebçe bi wêneyên xwe reng daye bajarokê Helebçe û wiha got: “Em diwarên Helebçe di nexşînin, ew jî rengek cûda dide, ew kesên ku daxwaza diwarên xwe  dinexşînin gazî min dikin û ez jî li gorî daxwazên wan xêz dikim. Ger daxwazên wan nebe ez jî li gorî daxwaza xwe wêneyên ku peyamên xweş didin xêz dikim. Ev karê herî diyare, nabe li ser diwarek wiha wêneyek mezin were xêz kirin, ji ber dîwar nizim û ez li gora hunera xwe çêdikim.”

‘Divê ji zaroktî ve kêrhatî were dîtin û kar li ser bikin’

Hataw Kerîm ev peyam da xwendekar û jinan û wiha got: “Peyama min ji bo jinan ew e ku, di zaroktî giringî bidin kêrhatiyên zarokên xwe. Ez wek mamostayekî peyama min ji bo xwendekarên hevalên min û jinan ew e ku, tişta dikin kêrhatiyên wan têde heye, heta bigihin armanca xwe berdewam bikin.”