Şanoya ‘Jê û Pê’ li Silêmanî hat nîşandan

Li bajarê Silêmanî bi boneya çalakiyên 27’ê Adarê Roja Cîhanî ya Şanoyê, şanoya bi navê ‘Jê û Pê’ derket pêşberê temaşevanên şanoyê.

Silêmanî – 27’ê Adarê Roja Cîhanî ya Şanogerî li tevayî cihanê bi çalakiyên cûda tê pêşwazî kirin. Li herêma Kurdistanê jî ji roja 27’ê Adarê heta niha bi boneya roja cîhanî ya şanogeriyê çalakiyên cûr be cûr tên li dar xistin. Dûh li Telera Huner ya bajarê Silêmanî di berdewamiya çalakiyên bi boneya 27’ê Adarê Roja Cîhanî ya Şanoyê, şanoya bi navê ‘Jê û Pê’ derket pêşberê temaşevanên şanoyê.

Şanoya ku bi derhêneriya Rêbaz Mihemed derket ser dikê, beriya 21 salan li peymangeha hunerê ciwan hatibû nîşandan. Naveroka wê behsa jiyana jin û mêrekê dike ku dîrokek ya wê heye û di nava wan de dîwarek heye. Her yek ji wan pirsgirêkekê bi xwe digre û heta îro jî ev pirsgirêk berdewam e. Derhêner xwestiye ew cûdahiya ku di navbera herdû zayendan de heye nîşanî temaşevanan bide.

‘Şano xewn û xeyal e’

Beyan Ehmed a aktura sereke ya şanoyê ye der barê şanoyê de wiha got: “Şanoya ‘Jê û Pê’ xeyalên hevalek min bû, ev demek bû di plana me de bû em nîşan bidin, şano xewn û xeyale. Her dema ku xewn hebe şano jî heye, ez di wê hêviyê de me ku rojek ji rojan ev xewn bibin rast, şano li her derê cihê xwe bigre. Em jî beşek ji şanoyê ne û hêvîdarim eleqeya jin û meran ji şanoyê re hebe.”