Hîlala Zêrîn ji bo strana 'Jin im jiyan im' klîbek çêkir

Tevgera Hîlala Zêrîn a Efrînê ji bo strana "Jin im jiyan im" klîbek kişand. Di klîbê de jiyana jinan a bi xwezayê re tê vegotin.

Navenda Nûçeyan – Tevgera Hîlala Zêrîn a Efrînê klîba strana bi navê "Jin im jiyan im" da nasîn. Gotinên stranê ji aliyê endama Koma Şehîd Hêva Zîlan Sîdo ve hatine nivîsandin, derhêneriya klîbê jî Şêrîn Xelîl kir.

Zîlan Hesen diyar kir ku hewl dane di klîbê de jiyana jinan a bi xwezayê re nîşan bidin.