"Îsal gelek fîlmên Remezanê hene ku behsa mijarên jinan dikin"

Rojnameger û rexnegira hunerê got ku îsal di drama de mijarên girîng ên civakî hatin nîqaşkirin, mijarên ku berê hatibûn rojevê bûn lê awayê çareserkirina wan nû ye.

 KAROLÎN BAZÎ

Beyrûd - Her sal ji bo meha Remezanê gelek fîlm tên çêkirin. Temaşevan di nav bi dehan fîlmên ku piraniya wan ji rastiya civakî dûr in, fîlmê ku li gorî kêfa xwe hildibijêrin û di meha Remezanê de lê temaşe dikin. Fîlmên ku zêdetir bala temaşevanan dikşînin fîlmên aksiyonî, suspense yan jî komedî ne.

"Îsal di dramayê de mijarên girîng ên civakî hatin nîqaşkirin"

Rojnameger û rexnegira hunerê Zekiya El-Dîranî got ku di Remezana îsal de drama Libnanî pir kêm e û wiha pê de çû: "Îsal drama Libnanê ji du berheman zêdetir nîn in, piraniya berhemên din Misrî û Sûrî ne. Îsal di drama de mijarên girîng ên civakî hatin nîqaşkirin, mijarên ku berê hatibûn rojevê lê awayê çareserkirina wan nû ye. Fîlmê "Fatin Emel Herbî" behsa mijara hevberdan û mafê xwedîkirina zarokan dike, her çend berê behsa mijara hevberan û mafê xwedîkirina zarokan hatibû kirin jî lê ev fîlm dûrî depresyon û zexta derûnî ya ku jin di qonaxa piştî hevberdanê de dijîn, ji ber ku çareseriyek dramatîk di fîlm de ji bo van mijaran pir xweşik heye."

"Fatin Emel Herbî piştî hevberdanê weke her jina Ereb têdikoşe"

Zekiya El-Dîranî hin hûrguliyên fîlmê "Fatin Emel Herbî" vegot: "Fatin Emel Herbî jineke ku xwe ji hevjînê xwe berdaye, du zarokên wê hene, piştî hevberdanê hevjînê wê hewl dide wê ji mal û milk bêpar bihêle da ku mafê xwedîkirina zarokên ji re were dayîn. Di fîlm de mijara mafê xwedîkirina zarokan bi şabloneke xweş hatiye pêşkêşkirin. Me di vî fîlmî de me dîmenên gilî û girînê nedît, me Fatin Emel Herbî jineke bi hêz dît ku ji aliyên curbecur ve hewl dide bigihîje çareseriyekê ji doza xwe re. Ev mijar di fîlmê Fatin Emel Herbî de ji aliyê olî, zagonî û civakî ve hat destgirtin. Têkoşîna ku Fatin Emel Herbî di fîlm de dike, têkoşîna her jineke Ereb a ku piştî hevberdanê li aştiyê digere ye, ku ew dihesibîne ku bi hevberdanê re wê jiyana xwe ji nû ve dest pê bike lê ew bi kevneşopiyên civakî û zîhniyeta baviksalarî re rû bi rû dimînin. Fatin Emel Herbî di fîlmê de dide îsbat dike ku jin tu carî ne lawaz in, divê jin bi sebir, enerjiya erênî û hêza xwe li hember hemû zehmetiyan bisekinin û dest ji mafên xwe bernedin."

"Fîlmê LImewt 2 behsa zewaca temenê biçûk, tecawiz û tacîzê dike"

Zekiya El-Dîranî destnîşan kir ku di drameya Misirî de di warê pêşkêşkirina mijarên civakî de paşveçûnek heye ji ber ku fîlmên komedî û dîrokî zêdetir bala temaşevanan dikşînin û wiha domand: "Îsal gelek fîlmên Remezanê hene ku behsa mijarên jinan dikin, wek fîlmê "Llmewt 2" (Ji Bo Mirinê 2) ku behsa têkoşîna jinan, zewaca di temenê biçûk de, tecawiz û tacîzê dike. Her wiha îsal di drameya Sûriyeyê de jî behsa pirsgirêkên jinan û têkoşîna ku tê domandin hat kirin. Fîlmê Sûrî "Mea Weqf El-Tenfîz" (Rawestandin) behsa mijarên gelek girîng ên weke bandora şer li ser jinan û awayên jiyana wan û çawa jin di destên bavê xwe de dibin lîstok û tu biryar ji wan re namîne dike."

"Fîlmê Bitlûh El-Roh balê dikşîne ser têkoşîna jinan"

Zekiya El-Dîranî behsa fîlmê Sûrî "Bitlûh El-Roh" (Bi Derketina Giyan) kir û wiha got: "Fîlm li ser jineke ku bi mêrekî re zewiciye, pê dihese ku hevjînê wê tevlî DAIŞ'ê bûye ye. Hevjînê wê kurê wê direvîne da ku wê bikşîne Sûriyeyê. Dema ku digihîje Sûriyeyê pê dihese ku ew li kampeke girêdayî DAIŞ'ê ye û du çareyên wê hene yan dê tevli DAIŞ'ê bibe yan jî dê were qetilkirin. Fîlm ji çîrok û dîmenên rastîn ên ku qewimîne û jin rastî wan hatine, îlhama xwe digire. Fîlm balê dikşîne ser têkoşîna jinan a ji bo bidestxistina azadiya xwe."