Li Silêmaniyê şanoya bêdengiya reşpoş hat nîşandan

Li Silêmaniyê bi navê bêdengiya reşpoş şanoya li hemberî tundiyê û qetilkirinên jinan hat pêşandan.

Silêmanî - Jinên Şanoger Herêma Başûrê Kurdistanê li hemberî tundiyê û qetilkirinên jinan performansek şanoyê lidarxistin. Bi pêşengiya Firmêsk Xan jinên şanogerên Silêmaniyê li hev kobûn û li ser mijara tundî û kuştinên jinan şanoya bi navê bêdengiya reşpoş nîşandan.

Ji şanogerên di nava şanoyê de rol girtî Niştîman Ebdula têkildarî mijarê nirxandin kir û got: “Me performansek li hemberî tunduyê lidarxist. Em mirovin mafê jiyanê heye. Peyama me gelek zelale. Em li dijî hemû cureyê tundutujiyê ne.”

Şanoger Nazik Mistefa jî got: “Hêvîdarim peyam gihiştibe. Hunermend her dem pêşengin û hemû welat bi hunera xwe tê nasîn. Em hunermendên vî welatî jî li hev dicivin ku em dikarin çî bikin. Hunermend dikarin peyamên ciwan bidin hêvîdarim peyama me jî gihabe. Êdî amarên kuştinên jinan roj bi roj ji haletan derketiye bûye diyarde, her diçe bilind dibe, kuştin, şewitandin û xwekuştin. Ev bûyer hemû rojane tên bihîstin û dîtin. Em komek jinên hunermend bi pêşengiya derhênera xwe Firmêsk Xan li hev kom bûn. Kî biriyara kuştina jinan dide û ewqas jin tên kuştin. Ne tenê jin zarok jî tên kuştin. Cengek giştî li nava cîhanê belavbûye. Divê em li hemberî van weke hunermend bisekinin û bi hunera xwe civakê şiyar bikin. Divê em hemû ya dikeve ser milê xwe bikin û dest bixin ser birîna civakê û ji bo çareseriyê di nava hewildanan de bin. Divê em bi hest û gotina jinê biçin ser bûyeran. Navê şanoya me jî bêdengiyek reşpoşe."