Îman Xadîr di Mîhrîcana Navneteweyî ya Kurtefîlman a Femto de xelat girt
Di Mîhrîcana Navneteweyî ya Kurtefîlman a Femto de fîlmê ‘Jidariyar al-Matar' (Dîwarên Baranê)’ ê derhêner û nivîskara Iraqî Îman Xadîr, xelata Senaryoya Baştirîn girt.
RECAA HEMÎD REŞÎD
Iraq – Fîlmê ‘Jidariyar al-Matar' (Dîwarên Baranê)’ ku derhêner û senaryonivîsa Iraqî Îman Xadîr e, di 4’emîn Mîhrîcana Navneteweyî ya Kurtefîlman a Femto ya li Îskenderiyeya Misirê hat lidarxistin de, xelata Senaryoya Baştirîn girt. Her wiha di heman çarçoveya siyasî û ya mafên mirovan de, Îman fîlma 'Nurid Watan' (Em welatekî dixwezin) jî nivîsandiye û hilberandiye.
Jidariyat al-Matar: Çîroka hunermendek li pişt hesinan
Derhênera fîlman a Iraqî Îman Xadîr diyar kir ku senaryoya fîlmê 'Jidariyat al-Matar' li ser bingeha çîrokeke rastîn hatiye avakirin, lê bi awayekî hişk pabendî hemû hûrgiliyên rastîn nebûye. Îman hêmanên dramatîk û adaptasyonên afirîner tê de bi kar anîne da ku wê veguherîne berhemeke sînemayî ya temam.
Îman Xadîr hêviya xwe anî ziman ku filmên bi vî rengî di çarçoveyeke akademîk de bên nîşandan, da ku temaşevan bikaribin ji raman û ezmûnên ku ew film radigihînin, sûdê bigirin. Îman Xadîr wiha got: “Ez her tim defteran bi kar tînim da ku çîrok û serpêhatiyan binvîsim, carna jî bûyerên ku li kolanê dibînim, tomar dikim. Dezgeha girtiyên siyasî ku hilberînerê fîlm e, komek derhêner vexwendine da ku fîlman li ser çîrokên wan girtiyan çêkin. Girtiyên ku di dema rejîma berê de li girtîgehên Iraqê dihatin ragirtin.

Nurid Watan: Belgekirina bîranîna serhildana Tişrînê
Îman Xadîr behsa fîlmê xwe yê bi navê 'Nurid Watan' kir û destnîşan kir ku ezmûn û pêvajoya xebatê bi temamî ji xebata wê ya berê, 'Jidariyat al-Matar' cuda bûne. Îman Xadîr da zanîn ku di dîroka Iraqê ya navbera salên 1921 û 2003'an de, ji ber sînorkirinên li ser hilgirtin û bikaranîna kamerayan, arşîvkirineke serbixwe ya têrker ji aliyê wênekêş û çêkerên fîlman ve nehatibû kirin, tenê kamerayên sade yên malê yên ji bo bikarhênerên asayî li bazarê peyda dibûn. Îman wan deman wiha vegot: “Bûyerên girîng ên dîroka Iraqê bi awayekî serbixwe nehatin arşîvkirin. Li şûna wê, dewletê karê arşîvkirinê dikir û tenê çend bûyerên kêm bi awayekî dîrokî hatin belgekirin.”
Îman Xadî bal kişand ser serhildana Tişrînê ya Cotmeha 2019’an, da zanîn ku ew ezmûneke cuda bûye û wiha anî ziman: “Cara yekem bû ku min hejmareke mezin a wênekêşan li qadê dît. Di tevahiya heyama heft mehî ya serhildanê de, ez nêzîkî pênc rojên hefteyê li gel wan bûm û tevî nebûna çavkaniyên darayî an piştgiriya derve, min dîmen dikşandin.”
Bi derfetên kêm hewldana domandina xebata fîlm
Ji ber hesasiyeta mijarê Îmen Xadîr nexwest piştgiriya ti aliyekî qebûl bike. Li şûna wê, wê alîkarî ji hevalekî xwe xwest ku kamerayeke wî hebû lê di warê wênekêşiyê de nû bû û piştre bi beşdarên cuda yên xwepêşandanan re hevkarî kir. Wan dîmen ji bo wê dikşandin, bi taybetî jî ji eniyên pêşîn ên xwepêşandanan.
Xebata li ser fîlmê di sala 2019'an de dest pê kir, lê pêvajoya montajê ji ber kêmbûna fonan heta salên 2020 û 2021'an dirêj bû. Îman derbarê vê yekê de wiha axivî: “Di dawiyê de min karîbû bi zehmetî mîqdarek kêm pere kom bikim da ku montaja filmê bikim, lê ez ji encamê razî nebûm. Di sala 2025'an de, vegeriyam ser projeyê û min israr kir ku wê ji nû ve hilberînim û lêçûnên nû li xwe bigrim. Ez bi biryar bûm ku wê bi dawî bikim, ji ber ku Tevgera Tişrînê heq dike ku çîroka wê bi awayekî rast bê vegotin.”
Îman Xadîr da zanîn ku wê fîlm cara sêyemîn ji nû ve montaj kiriye û bal kişand ku Tevgera Tişrînê pêvajoyeke arşîvkirin û parastina bîranîna Iraqê ye. Her wiha Îman behsa şiyana xwepêşanderan kir ku tiştekî wek ‘komara’ xwe ya taybet li Qada Tehrîrê ava bikin.
Sînemaya Iraqî di navbera krîzên senaryo nivîsandin û fînansekirinê de asê maye
Îman Xadîr rewşa sînemaya Iraqî wek xemgîn bi nav kir û mekanîzmayên fînansekirin û hilbijartina projeyan rexne kir. Îman destnîşan kir ku komeke biçûk di pêvajoyên fînansekirin, dabeşkirina fonan û hilbijartina projeyan de serdest e. Bi rastî hin endamên komîteyên ku xebat û senaryoyan dinirxînin qet fîlmek jî nekişandine, rewşek ku ew wek pirsgirêkek rastîn ji bo pîşesaziyê dibîne.
'Senaryo stûna sînemayê ye'
Îman Xadîr li gotinên xwe zêde kir ku pirsgirêkek duyemîn di senaryo nivîsandinê de heye, heta di nav akademîsyenên beşên fîlman de jî. Îman angaşt ku piraniya fîlmên ku wê dîtine ji kêmasiyên têkildarî senaryoyan dikşînin. Wê got ku senaryo stûna sînemayê ye, hêz an qelsiya fîlmek bi wê ve girêdayî ye.
'Iraq di nivîsandina senaryoyan de rastî zehmetiyan tê'
Pirsgirêka sêyemîn jî fînansekirin e. Îman Xadîr diyar kir ku heta dema ku fon hebin jî, sazî têr nakin ku piştgiriyê bidin projeyên fîlman. Îman anî ziman ku di heman demê de hilberîna serbixwe lêçûnên bilind digre nav xwe ku kişandina fîlm, alavên elektronîkî, edîtorî, grafîk û muzîkê vedihewîne. Îman dibêje: “Iraq di nivîsandina senaryoyan de bi rastî jî bi dijwariyekê re rûbirû ye û daxwaza min ew e ku nîşandana fîlman li akademiyan, enstîtuyan û şanoyan pêk bê, ligel nîqaşên pisporan li ser teknîkên nivîsandina senaryoyan û hilbijartina têgehan.
'Hevkarî li Iraqê bi têra xwe peyda nabe'
Îman Xadîr destnîşan kir ku her çiqas herkes ji sînemayê hez dike û wê kêfxweş dibîne jî, ev huner jî dijwar e û bi van gotinan bidawî kir: “Xebata wek derhêner an hilberîner sebir, sermaye û piştgiriyê dixwaze. Hilberîna fîlmek tenê dikare piştgiriya dezgehên hikûmetê, rêxistinên civaka sivîl, ajansên nûçeyan û yên din jî bihewîne. Lê ev cure hevkarî li Iraqê bi têra xwe peyda nabe û me hê jî ev çand bipêş nexistiye.”