Yekemîn jina boksaner a Lîbyayê Melak El-Mezûxî

Li Lîbyayê werzîşvanek jin hemû qalibên civakî yên ku di hîn qadan de tenê mêr dibîne û ev yek mîna fêrbûnekê hatiye qebûlkirin, hildiweşîne. Yekemîn jina boksaner a Lîbyayê Melak El Mezûxî behsa beşdarbûna xwe ya werzîşa boksaneyê dike.

ÎPTİSAM AXFÎR
Bîngazî – Rûxmê ku werzîşa boksê di pêvajoyên desthilatdariya Qezafî de hatibû qedexekirin jî, piştî sala 2011’an car din dest bi wergirtina lîstokvanan kir. Melak El-Mezûxî jî yekem jina Lîbyayî ya ku werzîşa boksanê dike ye. Yekemîn jina boksaner a Lîbyayê Melak Fethî El-Mezuxî ya 21 salî, di sala 2019’an de li Bîngazî ya Lîbyayê dest bi werzîşa boksanê kir. Melak Fethî, ji aliyê kaptan Silêman El-Şuweyhdî ve perwerdeya xwe ya destpêkê dît û piştre ji aliyê kaptan Ehmed Zêdan ve dîtina perwerdeya xwe berdewam kir û heya niha jî ji aliyê wî ve perwerde dibîne. 
"Di pêşbirkê de min madalya zêr bidest xist"
Melak El Mezûxî destnîşan kir ku ew hêj ji zarokatiya xwe ve ji werzîşê û bi taybetî ji boksaneyê hezdikê û bavê wê, wê teşwîq kiriye da ku di nav werzîşa boksaneyê de cih bigre. Melak El Mezûyî di derbarê dîtina xwe ya perwerdeya boksaneyê de wiiha got; “Rahênerên werzîşê ji perwerdehiya min kêfxweş in û min gelek teşwîq dikin da ku di vê beşa werzîşê de hîn bêhtir pêş bikevim. Ez yekane jina li Lîbyayê me ku di werzîşa boksane de cih digrim. Di dawiya sala 2021’an ez beşdarî pêşbirkek bûm û min madalya zêr bidest xist.”
Jina boksaner a Lîbyayê Melak El Mezûxî ya ku bi werzîşa xwe ya boksane hêza tevahî jinên Lîbyayî nîşan dide û fêrbûnên civakê hildiweşîne destnîşan kir ku ew ji bo di vê lîstokê de ala Lîbyayê bilind bike dixwaze beşdarî pêşbirkên welatên Ereb û yên navnetewî bibe. Melak bal li ser vê yekê kişand ku çi mêr û çi jin be dikarin di vê beşa werzîşê de cih bigrin. 
"Divê hemu jin xwe fêrî werzîşên parastinê bikin"
Melak El Mezûxî li hemberî rexneyên ku bi gotina ‘werzîşên bi vê awayê ji bo jinan ne guncav e’ tê pêşxistin wiha dibêje; “Werzîşa jinan ji ya mêran zêdetir xwedî parazvanê parastinê ye. Bi fêrbûna vê werzîşê jin hîn bêhtir dikarin xwe biparêzin. Di dema regl de em pêşbaziyê ranawestînin, ji ber ku laş bi perwerdekirin û tevlîbûna pêşbirkan re bi vê lîstokê re fêrbûnek çêdike û êdî ev yek him di aliyê fîzîkî û hin jî di aliyê derûnî de tê qebûlkirin. Min ji lîstokê hez kir û ne tenê ji bo lîstina pêşbaziyên nawnetewî an jî yên Erebî dest bi perwerde û fêrbûna vê kir. Lê ji bo ez bikaribim xwe ji rewşekê taciz an jî êrişê biparêzim pêdivî bi vê heye, ez bi vê awayê dikarim xwe biparêzim. Gelek şîrove hene, di nav de tê gotin ku ‘tu jinekê boksaner î, dê kî bi te re bizewice’. Ji aliyekî din ve têbiniyên erenî jî hene, lê pir hindik in. Lê ez bi ti awayê dev ji vê werzîşê bernadim û di pêkanîna armanca xwe ya bidestxistina şampiyoniya Erebî û navnetewî de ezê berdewam bikim. Divê hemu jin xwe fêrî boksane an jî werzîşên din ên parastinê bikin. Ji ber ku ev dê wan biparêze û baweriyê bide wan”
"Ez bi keça xwe serbilind im"
Ji aliyê din ve dayika wê Henan Awad Hemî jî destnîşan kir ku ew bi lîstina werzîşa boksane ya keça xwe Melak El-Mezûxî bi serbilindî dişopîne û wiha got; “Hemu keçên min ji zarokatiya xwe ve ji werzîşê hez dikirin û pê re mezin bûn û karîn xwe pêş bixin. Ji ber ku ew jin in, divê bibin xwedî kesayetên bihêzi xwedî jêhatinên xwe parastinê û ez bi wan û awayê ramanên wan serbilind im. Ez hêvî dikim ku ew ji bo tevahî jinên Bîngazî û Lîbyayê bibin mînak.”