Sefera Birît Tişandî ya li seranserê Antarktîkayê

Sêyemîn jina herî bilez e ku parzemînê derbas kiriye û yekem kes e ku bi peyatî xwe gihandiye Kutba Başûr Birît Tişandî bû jina yekem a Asya yî ku seferek lêgerînê bi tenê li seranserê Antarktîkayê temam kiriye.

Navenda Nûçeyan – Yekem jina ji Asyayê ku seferek lêgerînê bi tenê li sernaserê Antarkîkayê temem dike Birît Tişandî ya 32 salî 40 rojan de 700 mîl derbas kir. Di rêwîtiya xwe de bi germahiya 50 pileyî kêmasî û bi bayên bi leza 60 kilometre di saetê de rû bi rû hat û berya ku rêwîtiya xwe bi dawî bike pir westiya bû û hem jî ji nexweşiya kuxika kironîk êş kişand, ji beriya du salan xwe ji bo vê seferê perwerde dikir. Beriya vê seferê jî rêwîtiyek 27 rojî li Girînland ê kir da ku alîkariya wê bike ku fêrî şert û mercên giran ên vê seferê bibe. Rojane 17 mîl diçû û alavên ragihandinê yên pispor bikar dianî da ku di rêwîtiya xwe de deng û wêneyên xwe ji malbata xwe re bişîne.
Dema ku Birît rêwîtiya xwe qedand, peyamek şand û tê de wiha gotibû: "Ez gihiştim Kutba Başûr ku niha berf lê dibare. Pir zehmet bû ku kesek bikaribe xwe bighîne vê deverê, lê armanca min ji vê seferê ew bû ku mirovan teşwîq bikim da ku baweriya wan bi wan were ku ew dikarin her tiştî bikin û qet sînora ji xwe re daneynin. Ez spasiya her kesê ku piştevaniya min kir dikim."
Dihat texmîn kirin ku wê rêwîtiya Birît di navbera 45 û 48 rojan de bidome lê di 40 rojan de rêwîtiya xwe qedand. Birêt sêyemîn jina herî bilez e ku parzemînê derbas kiriye û yekem kes e ku bi peyatî xwe gihandiye Kutba Başûr.