Werzîşvana serkeftî Bexşîn Serkewt di temenê zaroktî de gelek xelat girtiye

Her roj Bexşîn Serkewt bi çanteyê xwe diçe Quluba Werzîşê ya Helepçe qeretê dike. Ew bi hêz û quwetek temam diçe ber destê mamostayan û xwe ji bo olimpoyatan amade dike.

MIHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Helepçe- Taxima werzîşa Helepçe di sala 2016’an de beşa qeretê vekiriye û gelek xwendevan jê sûdê digrin. Heta niha xwendevanên wê gelek xelat di vî aliyê werzîşê de wergirtine. Ji jinên ciwan ên werzîşvan ku di vê xebatê de serkeftî Bexşîn Serkewt di zaroktiyê de bi xeyalê werzîşvanek baş û serkeftî mezin bûye. Bexşîn di 10 saliya xwe de dest bi qeretê kiriye û her çuye bi heskirin di pîşeyê xwe de pêş ketiye. Bexşîn Serkewt bi zîrektiya xwe hîna di temenê xweyê zaroktî de kariye di nava çar salan de sê xelatên navdewletî bidestbixe û di qeretê de bibe jinek ciwan a naskirî.
"Ez bejdarî gelek olimpiyatan bûme û min xelat girtine"
Bexşîn Serkewt a di temenê zaroktî de dest bi qaretê kirî wiha behsa karê xwe dike: “Qerete werzîşek gelek baş û têde serketîme. Ez bejdarî gelek olimpiyatan bûme û min xelat bi dest xistiye. Li welatê Îranê bejdarî olimpiyatan bûm û min pileya yekem bi dest xist. Li ser asta Îraqê jî bedarî hilbijartinên Îraqê bûm û herî dawî jî bejdarî olimpiyatên Hewlêrê bûm û li wê jî min xelata sêyem bi dest xist. Evane ji derveyî ew xelatên min di herêma xwe de bi dest xistî bûn.”
"Di qeretê de cudahiya zayendê nîne"
Bexşîn Serkewt da diyarkirin ku ji derve gelek gotin tên dibêjin qeretê ne li gora keçane û wiha dom kir: “Hinek dibêjin ev werzîşe nê li gora keçane, lê ez guhê xwe nadim wan gotinan û di werzîşa xwe de serketîme. Werzîş dihêle laş û mejiyê mirovan bi tendirust be û deruniya mirov aram dibe. Di qeretê de tu cudahiya zayendan nîne. Di civaka me de hertim bi çavek lewaz li keçan temaşe dikin, lê belê dema tên werzîşê weke ji nûve ji dayîkbûne ewqasî bandorê li deruniya wan dike û xwe baş hîs dikin. Ji ber wê jî daxwazê ji jinên ciwan dikim ku bejdarî werzîşan bibin.”