Li Îranê li hemberî biryara wênekêşên jin negirtina stadyûmê, bertek

Komaleya Wênekeşan a Ragihandina Îranê, têkildarî negirtina wênekêşên jin a stadyomên pêşbirkên werzîşê yê li welat tê sazkirin daxuyanî da û ev yek şermezar kir.

 
Navenda Nûçeyan – Li Tahran a paytaxta Îranê ji bo protestokirina qedexeya wênekeşên jin û negirtina wan a Stadyuma Azadî, Komaleya Wênekeşan a Ragihandina Îranê daxûyanî da. Komale da diyarkirin ku ev mijar ji derveyî pîvanên exlaqî ye û şermezar kir. Komale ya ku wênekeşên jin negirtina stadyûmê bi amatorî dibîne, destnîşan kir ku ev biryar ne li gor etîk û exlaqê pîşeyî ye û got ku ew bi hêvî ne ku careke din dûbare nebe.
Rejîma Îranê herî dawiyê di musabaqaya tîmên Îran û Iraqê de rojnamevan û wênekeşên jin negirtibû stadê.