Tîma jinan a pêşbaziya deveyan

Her çend pêşbaziya deveyan bi kevneşopî werzîşa mêran tê hesibandin, lê Katî Hîgniz ev kevneşopî şikand û bû yekem jina Îrlandî ku tevlî pêşbaziya deveyan dibe. Ew hem di pêşbaziyê de bi ser dikeve û hem jî jinên dinê tevlî pêşbaziyên siwariya deveyan dike û koma jinan a serbixwe avadike.

Navenda Nûçeyan- Katî Hîgniz a 29 salî ji bajarê Kaerlestran ê wîlayeta Galway a Îrlandî ye û niha li Dubai dimîne, pir ji heywanan hez dike. Beriya ku biçe Dubai xwediyê gelek hespan bû û ji siwariya hespan hez dike. Dema ku Katî Hîgniz çû Dubai siwarbûna deve ne beşek ji planên wê bû lê ji ber nexweşiya koronayê ji dibistana xwe betlaneyek girt û xwest bi wê bûneyê xwe fêrî siwarbûna deveyan bike. Ji bo peydakirina cihek ku tê de fêrî siwarbûna deveyan bibe pir zehmetî kişand û di dawiyê de Navenda Siwarbûna Deveyan a li Çola Erebî dît. Dema li deveyekî siwar bû pir ji siwarbûna deveyan hez kir ji ber ku deve bi qasî du metreyan bilind e û ji bo siwarbûnê ti amûr hewce nake. 
Katî Hîgniz li navendê fêr bû ku bê mirov çawa li deveyan siwar dibe û hem jî meriv çawa dizane û fêm dike ka deve çawa difikire û hîs dike. Dema ku Katî Hîgniz dest bi perwerdehiyê kir, ji bo mêran ne asayî bû ku jinek fêrî siwariya deveyan bibe û ew carinan bi kenê wan re rû bi rû dima. 
Dema ku ew di cotmeha sala borî de tevlî pêşbaziya yekem a destûrdayî ya Şampiyoniya Deveyan a Jinan bû, ji hingê ve, wê û jinên din di çar pêşbaziyan de cîh girtin. Bi vê yekê Katî Hîgniz dibe yekem jina Îrlandî ku tevlî pêşbaziya deveyan dibe. Her wiha niha ew endama tîma jinan a pêşbaziya deveyan a yekem a li UAE’ê ye. Katî Hîgniz pir dixwaze ku zêdetir jinên welatê wê beşdarî vê werzîşê bibin. Tevî ku pêşbaziya di navbera jinan de ye Katî Hîgniz û jinên ku bi wan pêşbaziyê dike dîsa jî piştgiriyê didin hev û di her pêşbaziyê de ji hev re serkeftin û ewlehiyê dixwazin.