Meryem Letîf: Serkeftina di jiyanê de girêdayî têkoşînê ye ne şans e

Agahiyên fermî dibêjin ku basketbol bala hejmareke baş a keçan dikşîne, paşê werzîşa voleybol û jîdo ku ew jî komek ji wan pirsgirêkan ku lîstikvana Tûnisî Meryem Letîf di hevpeyvînekê de ji ajansa me re anî ziman.

ZUHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis- Ji sala 2011'an vir ve, werzişvanên jin ên li Tûnisê, fam kirin ku werzîş girîng e loma jî dudilî nebûn ku rastiya werzîşê ya jinan a di rewşeke trajîk de bû bibînin. Nemaze digel qeyranên curbecur ên aborî û siyasî yên ku welat jiyaye, bandorê li qada werzîşê û bi taybetî jinan kir. Li gorî agahiyan, herî zêde jin di bin bandora pirsgirêkên cuda de ne.
Werzîşvanên jin di analîzkirina rastiya xwe de li ser tengasiyên darayî yên giran ên ku komeleyên werzîşê yên jinan dijîn, disekinin ku bûye sedem gelek ji wan çalakiyên xwe rawestînin, ji ber ku werzîşa jinan êdî ne şopek e, di heman demê de ew girîngî didin futbol, basketbol û yên din.
"Bi îradeyek xurt bi xewnên xwe ve girêdayî bû"
Meryem Letîf, a 28 salî ku li parêzgeha Sousse ya li peravên Tûnisê ji dayik bûye, jineke ciwan e, ji ciwaniya xwe ve evîndara basketbolê ye. Wê xewna xwe ya lîstikvaniya basketbolê pêk anî ku hê tenê ji bo mêran tê dîtin li welat.
Meryem Letîf a ku di her gavê de bi îradeyek xurt bi xewnên xwe ve girêdayî bû, bêyî ku bihêle peyvên dilteng bikeve nav dilê wê û bihêle ji pêkanîna xewna xwe paşve vegere wiha dibêje: "Ez gelek hewl didim bi serkevim. Xewna min ew e ku bibim lîstikvana basketbolê ji zarokatiya min ve hebû lê min nizanibû çawa bi kar bînim. Ji hezkirina min a mezin ji vê werzîşê re min dizanibû ku dê rojek were û ez ê vê xewna xwe bi cih bînim bi taybetî piştî ku min alîkarî û piştgiriyek mezin ji aliyê malbata xwe ve dît.
"Ji bo perwerdeyê tevli waneya basketbolê bû lê ji bo wê bû destpêk"
Meryem Letîf di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Ez ji bo perwerdeyê tevli yaneya basketbolê bûm û destpêk li wir bû, îro ez di rêza çaremîn û pêncemîn de di nav tîma xwe ya yekem de cih digrim. Tevlibûna min a tîmê bi tesadufî bû. Piştî ku ji hêla rahênerek ve hatim bijartin, min dît ku bejna min ji bo lîstina basketbolê guncav e tevî ku ez tenê deh salî bûm, ji ber vê yekê min ceribandinek biçûk kir da ku bikaribim tevli bibim.”
Meryem Letîf dikaribû di warê xwe de ezmûnê bi dest bixe û bû yek ji basketbolîstên navdar di tîma xwe de. Ji ber pêwendiya wê bi bûyerên werzîşî û şopandina wê ji karûbarên werzîşê yên neteweyî re, wê dikaribû ramanek li ser pirsgirêkên ku beşa werzîşê ya jinan li Tûnisê nas dike, ava bike. Werzîşa jinan li Tûnisê tê çewisandin û beş di zêdetirî yek warî de bi zehmetiyan re rû bi rû dimîne, nemaze nebûna piştgiriya aborî ya ku ji behremendiyan re tê veqetandin lê di berdêla vê yekê de werzîşên mêran girîngiyek mezin dibînin.
"Tûnis di werzîşê de serkirdeyek ji welatên Ereb e"
Der barê diyardeya koçkirina werzîşvanên jin û qebûlkirina pêşniyarên lîstikvanên jin ji aliyê tîmên navdewletî ve, Meryem Letîf wiha dibêje: "Turnûvayên herêmî êdî ji bo hin lîstikvanên jin ne girîng in, nemaze hin lîstikvan ji mûçeyê xwe bêpar mane û dewlet zêdetir piştgiriya lîstikvanên mêr dike. Pêşî nepeydakirina şiyanên wek perwerde û salonan e lê belê peydakirina piştgiriya aborî ya têr e ji bo motîvekirina wan û afirandina şert û mercên guncaw ji bo geşbûna wan a navneteweyî, nemaze ku Tûnis serkirdeyekî Ereb e di werzîşa jinan de.”
Meryem Letîf wiha didomîne: "Em nikarin ji bîr bikin ku hin nav hene navên xwe di werzîşa jinan a Tûnisê de ferz kirine. Lîstikvanên ku gelek destkeftî bi dest xistine hene, wek lîstikvan Hebîbe El-Xerîba, Merwa El-Amrî û Somaya Bosaîd. Bêguman serkeftinên wan cidiyeta lîstikvanan ji her cureyî di bidestxistina serfiraziyê de tevî şert û mercên dijwar nîşan dide.
Meryem Letîf banga zêdebûna hejmara yaneyên werzîşê ji bo werzîşa jinan kir da ku jin para xwe di pêkanîna werzîşên xwe yên bijare de bibînin û amaje bi nebûna avakirina yaneyên werzîşê li herêmên hundir kir ku. Pêwîst e Wezareta Ciwan û Werzişê mekanîzmayên çareserkirina van pirsgirêkan pêk bîne.
"Bila keçên ciwan guh nedin gotinên neyînî"
Tevî zehmetî û astengiyan Meryem Letîf bi berdewamkirina kariyera xwe û xebata ji bo rûmetkirina Tûnisê û başkirina vegera wê ya werzîşî ve girêdayî ye û  peyamek ji keç û jinan re şand û wiha got: "Her keça ku hez dike werzîşê bike bila guh nede her tiştê ku jê re tê gotin, wekî ku di werzîşê de profesyonelî ne karê jinan be û di her werzîşê de serkeftin a mêran e. Divê guh nedin vê yekê û ber bi xewna xwe ve biçin, ji ber ku werzîşek ji bo jinan û ya din jî j bo mêran tune ye. Divê ew têbikoşin û ber bi profesyoneliyê ve biçin, tevli yaneyên werzîşê bibin. Serkeftina di jiyanê de ne girêdayî şansê ye lê belê girêdayî têkoşîn, hêz û berdewamiyê ye ji bo pêkanîna xewn û xeyalan.”
"Werzîş enerjiya xirab ji bedena mirov derdixe"
Meryem Letîf di dawiya axaftina xwe de pêşniyar kir ku jin û keç dest bi werzîşê bikin ji ber girîngiya wê di parastina tendurustî û ciwaniya bedenî de heye û got: "Ji bilî ku ez basketbolîst im, ez werzîşê dikim ji bo perwerdeya rojane ji bo beşdarbûna di şampiyoniya neteweyî de û her wiha ez berpirsa tîmekê me navê wî hildigrim û peywira min bilindkirina ala welatê min e lê belê werzîşê ez cihêreng û bi sebir kirim. Jiyana min bi tevahî guherand. Êdî dem ji min re girîng bû û di dema werzîşê de, hemî enerjiya neyînî tê derxistin û laş bi her tiştê erênî tê barkirin, ji ber vê yekê ew ji bo hemû jinan girîng e, temen çi dibe bila bibe.”