Temenek biçûk, ezmûnek mezin

Lîstokvana futbolê ya turnovayên Iraqê Selar Mehmûr Qadir, bi golên xwe dihêle ku her tim tîma ku ew tê de dilîze dibe yekem.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepce - Selar Mehmûd Qadir bi golên xwe yek ji lîstokvana hilbijartî ya Iraqê ye. Selar Mehmûd a ew bi xwe ji xelkê bajarokê Seyîdsadiq e, rûxmê ku di pêkanîna xeyalên xwe de rastî gelek zehmetiyan hatiye jî û her çendî ku temenê wê biçûke jî bi xwestek û hezkirinek zêde ya li hemberî werzîşê li beramberî hemû rêgiriyên malbatê jî bi serket û niha di rêya pêkanîna xeyal û armancên xwe de dimeşe.

Selar Mehmûd di sala 2003’an de ji dayîk bûye, destpêkê di tîma Sîrwanê nû ya Silmaniyê de futbol dilîst, piştî sê mehan beşdarî hilbijartinên Iraqê bû û heta niha jî lîstokvana hatî hilbijartin e û bi vê ve girêdayî di tûrnûvayên werzîşî ya Seyîdsadiq de golparêza tîma keçan e. Selarê der barê rêgiriya malbata xwe de û astengiyên ew pê re rû bi rû maye wiha got: “Di destpêkê de malbata min ne dixwest ez bejdarî hilbijartinan bibim, lê belê piştî ku min hewil da û antreman kir û niha dizanin ez pêşketim, piştgiriya min dikin. Sedemê piştgirînekirina malbatan berpirsyartiya civakê ye ku hertim dibêjin werzîş û lîstoka futbolê ji bo jin û keçan nabe.”

“Divê ji bo werzîşê girîngî bê dayîn”

Selera golcî got: “Di turnovayên Silêmanî de piştgiriya me nayên kirin û giringî nadin futbola jinan, lê belê di turnovayên Îraqê de giringî didin û gelek giringî didin lîstokvanên xwe û xerciya wan jî dabîn dikin. Banga min ji jinên ciwan kir ku bila ji malê derbikevi û werzîş bikin, da ku bibin xwedî tendirustiyek baş.”