Jinên ciwan rûxmê hemu astengiyan berê xwe didin werzîşa futbolê

Ruxmê hemû astengiyan jinên ciwan ên Seyîdsadiq berê xwe didin fotbolê, tîma fotbolê ya keçên Seyîdsadiq îsal hat damezrandin û tê de 12 lîstikvan hene, mamoste hewl didin jinên ciwan di lîstoka fotbolê de bi pêş bixin.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepce- Lîstikvanên fotbolê keçên ciwan ên Seyîdsadiq xwe ji bo lîstina fotbolê amade dikin, mamoste jî hewl didin xwendekaran ji bo tûrnovayan amade bikin. Li aliyek din mamosteyên antrenor didin diyarkirin ku astengiyên li hemberî werzîşa jinan roj bi roj zêde dibe û hinek malbat jî rê li zarokên xwe digrin, li ruxmê van hemû astengiyan jî jinên ciwan berê xwe didin werzîşa fotbolê.

Mamosteya dibistana amadeyî ya Bextiyariya Seyîdsadiq û Antrenora fotbola jinên ciwan Nermîn Osman Qadir da zanîn ku rêgiriya malbatê wisa kiriye ku li Seyîdsadiqê guh nadin xwestek û hekirinên jinên ciwan ji bo werzîşê û wiha got: “Mi pêwendî bi malbatek re danî da ku keça ya lîstikvan rêbike gel me, lê belê bersiva dayik û bav ew bû ku gotin em keça xwe rênakin werzîşa fotbolê.”

“Ez mamostaya werzîşê me û bi antrenoriya xwe kêfxweş im”

Mamoste Nermîn got: “Ez gelek kêfxweş im ku di sala 2002’an de bi awayekî kêfxweş li gel hevalên xwe min dest bi xwendina beşa werzîşê kiriye, min gelek astengî derbaz kir ku heta gihîştim vê astê û daxwaz ji malbat, bav û birayan li Seyîdsadiqê dikim ku hevkariya xwişk û jinan bikin da ku beşdarî qada werzîşê bibin. Beşdarbûna jinan di qada werzîşê de ne tenê ji werzîşê ye, di aliyê derûnî de bandorek erênî heye û werzîş dikare alîkariya rêvebirina jiyana wan a rojane bike.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku tîma fotbolê ya keçên Seyîdsadiqê0 îsal hatiye damezrandin û xwedî 12 lîstikvanan e. Mamoste û antrenorên wan hewl didin xwendelaran di warê fotbolê de bi pêş bixin.