Tarîtiyê çirand lê ji ber vîdyoya gendeliyê weşand mafên wê hatin cemidandin

Werzîşvana Tûnisê Soumaya Boussaid a ku çavên wê nabînin her çend di temenek pir ciwan de dest bi kariyera xwe ya werzîşê nekiribe jî bi madalyayên ku qezenc kir, bi pêş ket. Soumaya got ku her çendî ew bi şanaziya daye welatê xwe kêfxweş bûbe jî bi nijadperestiyê re rû bi rû maye û diyar dike ku ji ber wê gendelî û tiştên nelirê deşîfre kiriye, di bin zextê de ye û mafên wê yên heyî jê re nehatine dayîn.

ZIHÛR EL MEŞRIQÎ
Tûnis – Bezvana profesyonel a ku çavên wê nabînin, Şampiyona Cîhanê ya Paramlîmpîk Soumaya Boussaid destnîşan dike ku wê di 30 saliya xwe tevî hemî zextên ji ber temen û nedîtina çavên wê wê dest bi werzîşê kir. Werzîşvana hosta dibêje ku ew ji zarokatiya xwe ve ji werzîşê hez dike.
"Ji ber ku min gendeliyê vegot, mafên min nedan min" 
Soumaya destnîşan kir ku çi dibe bila bibe, ew tercîh nake ku li hemberî neheqiyan bêdeng bimîne, Soumaya diyar dike ku ew piştî neheqiyên pê re rû bi rû maye di vîdyoya xwe de vegotiye, rastî zilm û zoriyê hatiye. Soumaya diyar dike nerazîbûna xwe li hemberî gendeliya ku li welatê wê tê jiyîn bi raya giştî re parve dike, bêyî ku agahî bidin wê, hemû mafên wê yên Federasyona Werzîşê ya Astengdaran a Temes hatine cemidandîn.
"Ez ê welatê xwe neterikînim" 
Soumaya radigihîne ku ji ber wê bi vîdyoya bi navê “Şikefta gendeliyê” nelirêtiyên bûye şehîd eşkere kiriye rastî zextan hatiye li ser vê yekê wê serî li Komîteya Mafên Mirovan a Tûnisê daye daxwaza mafên ku Wezareta Sporê û Ciwanan a dayê kiriye û wiha domand: “Mafên fermî yên ku Wezareta Spor û Ciwanan a Tûnisê dane min hene, ev di girtînameyên fermî de jî hene” û diyar dike ku ew dixwaze sozên danê werin bicihanîn. Soumaya bal dikşîne ku tevî zexta lê tê kirin jî ew welatê xwe neterikîne û dibêje: “Ez ji welatê xwe hez dikim, min çawa di olîmpiyatan de bi şanazî ala welatê xwe hejand, ez ê ji niha û pê ve jî wisa bihejînim. Ez dizanim ev rewşên bêhiqûqî yên ez dijîm bi welatê min re têkildar nîn in.” 
"Tenê dixwazim, perwerdeyek baş bibînim"
 
Soumaya diyar kir ku mafê wê û rahênerê wê heye ku biçin Fransayê ji bo perwerdeyê û li wir bixwînin û got ku soz hîn jî nehatiye bicihanîn û cihê perwerdeyê bêyî ku jê re were gotin Tirkiyeyê nîşan dane. Soumaya dibêje ku kîjan welat dibe bila be, ji bo wê ferq nake û jixwe nikare tercîhek wisa jî bike, ew tenê dixwaze perwerdeyek baş bibîne. Her çend wê ji gelek welatan teklîfên perwerdeyê girtibe jî Saomaya difikire ku tê astengkirin û diyar dike ku yek ji wan welatan jî Îtalya ye.
Saumaya dibejê ku her çendî ew ji tarîtiyê cîhanê dibîne jî bi hêvî lê dinêre û ji astengiyên li pêş xwe natirse û dev ji riya xwe bernade.
Soumaya Boussaid, diyar dike ku soza jê re, ji bo şertên peymana 170.000 dînarê Tûnisê hatibû dayîn heta niha bi cih nehatiye û dibêje ku pere ji bo wê girîng nîn e lewre jixwe ew difikire ku wî pereyî ji bo mesrefa xwe ya perwerdeyê xerc bike.