Sê jinên ji Xezayê serpêhatiyên xwe yên bi werzîşa botê vedibêjin

Beşdarên şampiyoniya werzîşa botê tekez kirin ku pêwîst e jinan teşwîq bikin da ku li ser karê ku ew dixwazin berdewam bin, bêyî ku guh bidin şîrove û rexneyên nerênî yên ku ji hêla hin kesên ku hez nakin ku bibînin jinek qeyikê diajo tê kirin.

RAFIF ESLEEM

Xeza – Federasyona Keştîvaniyê û Rowingiyê ya Filistînê bi beşdariya çend klûb û tîman yekem şampiyoniya werzîşa botê ya îsal li beravên deryaya bajarê Xezayê li dar xist. Yek ji tîmên jinan ku ji şeş keçan pêk dihat beşdarî şampiyoniyê bû û derbasî qonaxên fînalê bûn.

“Federasyon piştgiriya jinan dike da ku beşdarî şampiyoniyên cîhanî bibin”

Endama Federasyona Keştîvaniyê û Rowingiyê ya Filistînê Nûr Ebû Nehel diyar kir ku ev şampiyone yekem şampiyoniye ku tîmên jinan tîne cem hev, ji ber piştgirîya Federasyonê ji bo jinên werzîşa botê dikin, bi mebesta ku di rojên pêş de karibin beşdarî şampiyoniyên cîhanî bibin û wiha axatina xwe berdewam kir: “Bi koordînasyona bi klûban re firsend ji jinan re hat dayîn ku bi qursên teorîk û tetbîqatên pratîkî, şarezayiyên xwe yên di werzîşa botê de pêş bixin. Federasyon hewl dide ku hemû amûran ji wan re peyda bike. Yek ji zehmetiyên ku Federasyon pê re rû bi rû dimîne nebûna amûrên ku dagirkeriya Israîlî rê li ber ketina wan a Xezayê digire ye. Federasyon bi çêkirina alternatîfan hewl dide van amûran peyda bike.”

 “Jêhatîbûna xwe bi pêş dixim da ku beşdarî pêşbirkên navneteweyî bibim”

Yek ji jinên ku beşdarî şampiyoniyê bûne Hela El-Semak da zanîn ku wê ji sala 2015'an ve dest bi werzîşên deryayî kiriye û wiha pê de çû: “Pêwîst e keçan teşwîq bikin da ku li ser karê ku ew dixwazin berdewam bin, bêyî ku guh bidin şîrove û rexneyên nerênî yên ku ji hêla hin kesên ku hez nakin ku bibînin jinek qeyikê diajo tê kirin. Ez di malbatek ku ji min re dibe alîkar ku hobiya xwe wekî mafek bingehîn bi cih bînim mezin bûm. Ez beşdarî gelek kursên perwerdehiyê di werzîşên deryayî, futbol û muzîkê de bûm da ku her tiştê ku ez dixwazim bikim, her wiha her sal di xwendina xwe de jî biserdikevim. Ez gelek perwerdehiyê distînim da ku jêhatîbûna xwe pêş bixim da ku di rojên pêş de beşdarî pêşbirkên navneteweyî bibim. Ez berê beşdarî maçên futbolê yên navneteweyî li Norwêc û Danîmarka bûm.”

“Em ê hewl bidin ku tiştên ku em dixwazin bidomînin”

Esîl El-Cemel ku ew jî beşdarî şampiyoniyê bûye eşkere kir ger jin werzîşê bikin an nekin civak dê jinan rexne bike, ji ber ku ew li ser adetên kevnar ên ku armanc dikin ku di mijarên herî hêsan de bi jinan re şer bikin, hatiye avakirin û wiha anî ziman: “Em ê hewl bidin ku tiştên ku em dixwazin bidomînin. Ez qet guh nadim rexneyên civakê.”

“Jinên ciwan ê Filistînê dikarin navê welatê xwe bilind bikin”

Bîsan Zexra ya ku di sala 2015’an de tevî Federasyonê bûye û beşdarî gelek pêşbirkan bûye wiha got: “Werzîşa yekem a botê di sala 2021’an de hate kirin û di wê demê de min cîhê yekem girt û vê yekê hişt ku ez beşdarî pêşbirkek din li Îmaratê bibim, tevî kêmbûna îmkanan û nebûna amûrên guncan. Ez her wiha wezîşa trîslonê ku bazdan e, bisiklêt û botê jî dikim. Min di zanîngehê de jî beşê werzîşê xwend. Ez dixwazim beşdarî pêşbirkên din ên navneteweyî bibim da ku ji cîhanê re ragihînim ku keçên Filistînê dikarin navê welatê xwe bilind bikin.”