Jinên ciwan ên Seyîdsadiq di qeretê de serkeftine

Jinên ciwan ên li herêma Seyîdsadiq qeretê dilîzin bejdarî gelek mêhrîcanên werzîşî ên Kurdsitan û Îraqê bûne. Lê belê ji ber nebûna cihê ku bi rehetî antaramên xwe lê bikin jinên ciwan yên werzîşvan zehmetiyên dijîn anîn ziman.

Silêmanî – Beşa Werzîşê qerete ya Seyîdsadiq di sala 1985-1986’an de ji aliyê Şehîd Enwer Mistefa ve hatiye damezrandin. Di nava heman salê de ji ber kêmderfetiyan du caran ew cih di hat sekinandin, lê belê ji ber ji aliyê rahênanên xemxarên werzîşî ve bingehek hatibû danîn ji wê demê ve bê navber dewam dike. Heta sala 2016’an tenê xortên ciwan bejdarî werzîşa qeretê dibûn, rêjeya bejdariya jinên ciwan gelek kêm bûn. Lê belê di dawiya sala 2016’an de ji aliyê du rahênanan ve beşa qereteya ji bo jinên ciwan hat vekirin. Di nava van salên dawî de rêjeyek zêde ya leyîstokvanên jinên ciwan ku temenê wan di navbera 4-20 salî de li herêma Seyîdsadiq bejdarî qeretê dibin. Destpêkê 70 werzîşvan hebû lê belê niha hêjmar kêm bûye û gihaye 35 kesan. Gelek kes hezdikn bejdar bibin, ji ber nebûna cihek ê antremanan û dabin nekirina pêdawistiyên wan bejdarbûn kême. 
Alikariya malbatê giringe
Jina ciwan ya bi navê Raz Elî ya ku temenê wê 15 salî û lîstokvana qeretêye nêzî 5 salane qeretê dike û bejdarî gelek mêhrîcanên werzîşî yên navxweyî û derveyî Kurdistanê bûye, di mêhricana werzîşî ya Îraqê de pileya yekemintiyê bi dest xistiye got: “Destpêkê malabata me piştgiriya me dike, ji bo her tim em serbikevin, lê belê hinek malbat hene rê li ber bejdarbûna zarokên xwe digrin. Ji aliyê civakê de gelek gotinên nexweş ji jinên ciwan yên ku bejdarî qereteyê dibin re tên gotin, lê em giringî nadin van gotinan ji ber armanca me mezine. Gelek bejdarvanên me hene lê belê ji ber me cihê entramnan nine tenê cihek biçuk ji bo xizmetkirinê heye, ji ber wê jî em nikarin xizmeta pêwîst bi qasî tê xwestin bidin.”
Romas Nuwêkar a temen 7 salî biçuktirin bejdarvana werzîşa qeretê ye, ev nêzî sê salane tê qeretê û hefteyê sê rojan tê antraman û niha jî xwe ji bo mêhrîcana werzîşî amade dike dibêje: “Ez di xwazim di bibim mamostayê qeretê û bejdarî mêhrîcanên werzîşî bibim.”
Ji ber nebûna cihek mezin bejdarvan kêmdibin
Jina ciwan ya bi navê Derya Omer ev nêzî 5 salane li Seyîdsadiq qeretê dike û bejdarî gelek mêhrîcanên werzîşî bûye û pilya yekemintî bi destxistiye nerzîbûn li beramberî wezareta tendirustiyê dide diyarkirin û wiha got: “Cihek pêwîst ê me nîne ku em têde entramanan bikin û cihên pêwîst jî weke tê xwetin alikariya me nakin, li beramberî vê ji me encamek baş bi dest xist. Ji aliyê civakê ve gelek rêgirî li yên ku dixwazin bejdar bibin heye. Her çiqasî ku hinek jinên ciwan li beramberî van rêgiriyan ji bo serketinê jî lê belê hinek ji wan ne karîne bi serbikevin.”
Suzan Rêwaz ya temenê 18 saliye ev 5 sale qeretê dike û li asta Kurdistan û Îraqê de pileya yekemitî bi dest xistiye û bejdarî mêhrîcana werzîşî ya Îranê jî bûye. Armancên Suzan ên gelek mezin hene dibêje: “Armanca min gelek mezine ez dixwazim di pêşerojê de bejdarî mêhrîcanên werzîşî yên welatên derve bibim.”
Werzîşa qereteyê ya jinên ciwan li Seyîdsadiq di demên derbazbûyî de li ser asta navxweyî û Îraq û navdeweletî gelek destkefiyên mezin bi destxistine. Di sala 2018’an de pileya sêyem di asta Îraqê de bi destxistiye. Di sata kesî de jî pileya yekem, duwm û sêyem bi destxistiye. Her wiha bejdarî qampa Meşeq û antraman li welatê Îranê bûne. Sala 2019’an di mêhrîcana werzîşî ya navdewletî de li bajarê Silêmaniyê bi bejdarbûna 7 welatên Îraqê pileya yekemintiyê bi dest xistine. Di dawiya salê de jî bejdarî mêhrîcana werzîşî ya Kurdistanê li herêma Helepçe bûne.