Lîstikvana Tûnisî Enas Cabir dê tevlî nîvfînala Tenisê ya Charleston bibe

Lîstikvana Tûnisî Enes Cabir derbasî nîvfînala şampiyoniya Tenisê ya Charleston a 2 bû.

Navenda Nûçeyan – Piştî serkeftina lîstikvana Tûnisî Enes Cabir ku li tevahî cîhanê di rêza 27'an de ye û di şampiyoniya Charleston de ye, li hemberî lestikvana Yabanî Naw Hîîno bi pileya (6-0) (6-1) xwe gihand nîvfînala şampiyoniya Tenisê ya Charleston 2, ku neha li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê tê lîstin.
Dê sibê Enes Cabir li hemberî lîstikvana Montîngiryayê ya bi navê Danka Kofînîtiş ku li cîhanê di rêza 65'an de ye, bilîze.
Di nîvfînala şampiyoniya Tenisê ya Charleston 1 de, Enes Cabir li hemberî Danka Kofînîtiş bi bin ket, lewma ev yek ji bo Enes wekî derfeteke tolrakirinê ye.