‘’Werzîş ji bo parastina bedena mirovan roleke girîng dilîze’’

Rêveber û rahênerên eywana El Cizîrê li ser girîngiya werzîşê ji bo tendirustiya mirovan dibêjin : ‘’Werzîş ji bo parastina bedena mirovan roleke girîng dilîze û gelek jinên hatine eywanê di demek kin de sudê wê dîtine. ‘’

HESNA MEHEMED
Hesekê – Werzîş yeksaniya dinavbera giyan û bedenê de çêdike. Ji bo tendirustiyek baş û rehetbûna mejî roleke sereke dilîze. Hêzê dide masulkeyan, ji depresiyonê re dermane û di aliyê derûnî de mirovan rehet dike. Di heman demê de laş ji nexweşiyên şekir û dil diprêze û roleke xwe heye. Hin caran bi aktîvîteyên mirovan û zindîbûna bedenê jî tê pênasekirin. Mirovên qelew ango yên nexweşiyên wan hene ji bo bi çalek û bedenpariziyê derkevin berê xwe didin cihên werzîşê. 
Hişmendiya zayendperes a jinan ji xebatên civakî dur digire di warê wezîşê de jî bandor dike û dibe sedem ku jin kêm cihê xwe di xebatên werzîşê de bigirin. Li gel hemû zehemtiyan jî bi demê re jinan bi hewildanên xwe ev daye şikandin û zêdetir cihê xwe di qadên werzîşê de girtiye. Li kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ewyana El Cizîrê heye. Di navê de beşên jin û mêran hene, nêzî 100 jin ji 15 salî heya 50 salî rojane rojê saetekê li ser 3 beşan berê xwe didin eywanê û tevlî xebatên werzîşê dibin. 
‘’Di eywanê de min beşa tayîbet a jinan vekir’’
Rêveber û rahênera bedenpariziyê Merîvan Îsa ya ku projeya vekirina eywana werzîşê pêşiniyar kiriye ev tişt anî ziman: ‘’Min di peyîmangehê de beşa werzîşê qetandiye. Ji ber pêdiviyên gel û bajarê min bi eyîwanek werzîşê hebû û bi taybet j ibo beşê jinan min ev proje vekir. Hevjînê min jî piştgirî da min. Armanca min ew bû ku bi bawernameya min standiye sûdekê bigihînim gelê xwe û di heman demê de jî xwedî li keda xwe dervbikevim. Destpêkê tenê beşê mêran bû, piştre ji bo pêdiviyên jinan pêk bînim, min beşê jinan a taybet di eyîwanê de vekir. Ji ber rewşa bajêr, şer û zehmetiyan pir jinan ev proje qebûl nekirin, lê piştî sala 2018’an xebatê me encam girt û jin zêdetir hatin ketin nava vê xebatê.’’
‘’Sûdên werzîşê di jiyanê de’’
Merîvanê sûdên werzîşê di jiyanê de wiha tîne ziman: ‘’Em gelek zehmetiyan dibînin ji ber gelek jin ji bo nexweşiyên xwe tên eyîwanê. Em bi baldarî nêzî tendirustiya wan dibin, dema ew sûd digirin gelek li kêfa me diçe, bi kêfxweşiya li ser ruyê wan em westandina xwe bîr dikin. Em 3 jin cihê xwe di xebata rahêneriyê de digirin û bi hev re dibin alîkar. Werzîş gelek sûdên wê ji kesên qelew re heye her wiha aloziya mirovên şuşman  tê re derbas dibe xeteriyek mezin li ser tendirustiya dide avakirin, werzîş jî ji bohêsankirina dextên li ser bedena mirovan rêya herî başe. Bi belavbûna vîrûsa Korana û biryara qedexekirina derketina ji derve gelek bandor li ser me kir. Me tenê beşên taybet bi girtina tedebîran vedikir. Ji bo pêjerojê hewildanên min ên mezin hene, dixwazim xebatên xwe berfirehtir bikim.’’
‘’Werzîş li gel min cûda ye’’
Rahêner Leyla Eshed jî behsa neqebûlkirina zihniyeta zayendperest a din ava civakê de hîna serwer tê dîtin nebû bend li hember meraqa wê ji werzîşê re û ev tişt got: “Nêzî 5 salin di vê eyîwanê de cihê xwe di rahêneriyê de digirim. Piştî qetandina xwendinê min xwest xebatekê bidim meşandin û xizmeta civakê bikim. Ne qebûlkirina ji aliyê civakê ve destpêkê derdiket holê, lê ev yek nehişt bandorê li ser meraq û xwestekên min bike. Piştî ku jin bûn rahêner qebûlkirina wan bi demê re hejmara jinan di nava beşê tayîbet ê jinan ê eyîwanê de çêbû. Her kesekê tê li gel me em cuda nêz dibin û şêwaza bi karanîna werzîşa wan ji hev cuda dikin. Him ji wan re lîsteya xwerinê amade dikim û heya ku piştî ji eyîwanê derkevin jî bi wan re eleqdar dibim û tendirustiya wan dişopînim. Her ku dibînim sudê ji werzîşê dibînin û kêfxweş dibin ez zêdetir ji karê xwe hes dikim û westandina xwe ji bîr dikim.”