Lîstikvan Sîrîna Wîlyamaz beşadarî olîpyatên Tokyo yê nabe

Lîstikvana Tênîsê Sîrîna Wîlyamaz di civîna çapemenîyê ya li bajarê Wmbldon yê Birîtanyayê de ragihand ku ew tevlî olîpiyatên Tokyo yê 2021’an nabe.

 
Navenda Nûçeyan – Di 28’ê Hezîranê dema şampiyoniya Wmbldon dest pê kir, lîstikvana Tunisê Sîrîna Wîlyamaz got ku ew beşdarî olîpiyatên Tokyo yên 2021’an nabe. Sîrîna diyar kir ku ew ne di nav lîsteya olîpiyatê de ya û wiha pû de çû: “Gelek sedem hene hiştin ku ez vê biryarê bistînim, ez naxwazim niha qala wan bikim, dibe ku ez di rojek din de qala wan bikim.”
Sîrîna ya dixwaze ku heştemîn car di şampiyoniya Wmbldon biserkeve, di sala 2012’an di lîstikên Londonê de bi mîdaliya olîmpiyatê ya zêrîn hat xelat kirin, her wiha di pêşbaziyên 2000, 2008 û 2012’an de sê madaliyayên din girtiye. Sîrîna di çar maçeyên paşîn yên Wîmbldon û Flaşîng Mîdoz yê 2018 û 2019’an têk çûbû, her wiha beşdarî olîpiyatên Riyû Dê Canîro bibû, lê tu madaliya bi dest nexistibû. Sîrîna ya ku temenê wê di dawiya meha Îlonê de wê bibe 40 sal, piştî vekşîna lîstikvana Romanî Sîmona Halîb, Sîrîna serenavê heştemîn di şampiyona Wîmbldon bi dest xist. 
Olîmpiyatên Tokyo ku ji sala bûrî de ji ber rewşa Koronayê hatibû paşve xistin, dê di 23’ê Tîrmehê de dest pê bike.