Lîgaya fotbolê ya jinên ciwan bi pêvajoya vegerê destpê kir

Lîgaya fotbolê ya jinên ciwan li kantona Kobanê -Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêvajoyê vegerê destpê kir.

 
Kobanê- Lîgaya jinên ciwan ya fotbolê bi pêşengiya Desteya Ciwan û Werzîşê di 29`ê Hezîranê de bi beşdarbûna 7 tîman bi rê ket. Piştî ku pêvajoya yekemîn bi dawî bû, di vê hefteyê de pêvajoya vegerê li lîstgeha hevaltiya Kobanê û Nerwêcê destpê kir.
di 26'ê Tebaxê de maç di navbera tîma Nesrîn û Firat de ku tîma Firat di asta 6'emîn de ye û tîma  Nesrîn di asta 7'emîn de ye. Di maça ku hewildanên herdû tîman ya serkeftinê gelekbûn, tîma Firat bi golekê serket.
"Pêvajoya vegerê bi kelecaneke mezin dest pê kiriye"
Ji rêveberî û çavdêrin lîgayê Medya Mihemed rewşa lîgayê ji ajansa me re parve kir û got: "Me pêvajoya çûyînê bi dawî kir û me di vê hefteyê de dest bi vegerê kir. 7 tîm beşdarî lîgayê bûn e, di asta yekemîn de tîma Berxwedan û pişt re KPC`ê, Yekîtî, Roşîn, kedkar, Firat û Nesrîn. Ev pêvajo bi kelecaneke mezin destpê kir ji ber ku her tîm dixweze xwe bighîne asta yekemîn. Tîmên di asta jor de jî bi rengekî hêz dilîzin da ku cihê xwe biparêzin. Bi taybet jî tîma Berxwedan û KPC`ê jî bi rengekî xurt dilîzin."
"Em hewil didin asta xwe bilind bikin"
Her wiha lîstikvana tîma Firat Narîn Hacî hest û kelecana xwe anî zîman û got: "Ez gelekî ji werzîşê hezdikim û bi taybet jî fotbolê. Ji lewra ev sê mehin ku ez derbasî vê lîstokêbûm e û min cihê xwe di tîma Firat de girt. Em niha di asta 6'emîn de ne, ji ber vê em ê hewil bidin ku di pêvajoya vegerê de bilind bibin. Heger em binketin jî wê gelek zor be, lê ya girîng ew e ku me demeke xweş derbas kir û me cihê xwe di lîgayê de girt."