Li Xezayê dema werşîzê...

Starta kampanyaya ku ji aliyê Komîteya Olîmpiyatê ya Fîlîstînê ve hatiye organîzekirin û bi armanca ji bo werzîşê teşwîqkirina jinên Xezayê, bi meşa 2 kîlometreyê dest pê kir. Meşa ku hema ji her temenî jin beşdar dibin, gelek dîmenên rengane derxist holê.

 
REFÎF ÎSLIM
Xeza – Bi pêşengiya Komîteya Olîmpiyatê ya Fîlîstînê meşa ku jinên Xezayê eleqedariyek pir mezin nîşan dan, dest pê kir. Ji xwendevanên zanîngehê heya jinên ciwan, bi beşdarbûna jinên ji temenên cuda, gelek dîmenên rengane derxist holê. Kampanyaya ku bi armanca ji bo werzîşê teşwîqkirina jinên Fîlîstînî hatiye pêkanîn, wê deh rojan berdewam bike. Di meşê de der barê mafê werzîşê de pankart hatin vekirin û jinên Xezayê di nav 20 deqeyan de riya 2 kîlometreyî meşiyan. 
Armanca jinan ew e ku li gel bi awayekê azad werzîşê, pêşî li tacîzan jî were girtin.
“Werzîş enerjiya erênî dide” 
Endama Desteya Rêveber a Kulûba Werzîşê Mervat Al-Bitar destnîşan kir ku ji ber bandora derûnî fizîkî ya werzîşê û ji ber girîngiya werzîşê ew beşdarî çalakiyê bûye. Mervat Al Bitar da xuyakirin ku ew armanc dikin jin beşdarî tevahî aktîvîteyên werzîşê bibin û xwestin starta kampanyayê bi meşa ku weke werşîza herî hêsan tê dîtin were destpêkirin. Mervat Al Bitar destnîşan kir ku meşa ku li ber keviyên behrê were kirin, enerjiyek erênî dide hemû beşdaran. 
“Werzîş ji bo pêkhatina baweriya cewherî ya jinan gelek girîng e”
Reem Eslam a yek ji beşdarên aktîvîteya werzîşê ye destnîşan kir ku werzîş ji bo jinan baweriya cewherî bi dest dixe û bi riya werzîşê jin dikarin hîn bêhtir wêrek bin. Mervat Al-Ghalaynî da xuyakirin ku bi gelek jinan re kirina werzîşê dibe çavkaniya moral û kêfxweşiyek cuda û her wiha li ser gotinên xwe zêde kir ku jin di her cure şaxên werzîşê yên mîna tenîs, voleybol, siwazbarî yan jî voleybolê de serkeftî ne.
Mervat Al Ghalaynî bi bîr xist ku ji bo tevahî şaxên werzîşê teşwîqkirina jinan girîng e û bi saya vê teşwîqê gelek jin dikarin beşdarî cîhana werzîşê bibin.
Nelly Al-Masry ya yek ji beşdaran e jî bal kişand ku bi kampanyayê re dikarin pêşî vekin ku werzîş bibe çandeke daîmî.