Komîteya Olîmpiyatê ji bo jinên Filistînî kampanya da destpêkirin

Komîteya Olîmpiyatê ji bo piştgiriya jinên Filistînî yên di werzîşê de kampanyayek da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de dê gelek çalakiyên ku di nav wan de komxebat jî hene bên lidarxistin.

Xeza- Ji bo jin di cîhana werzîşê de cih bigrin û bibin xwedî qadên werzîşê, ji aliyê Komîteya Olîmpiyadê ve kampanyayek hat destpêkirin. Armanca sereke ya kampanyaya ku di civîna çapemeniyê ya li Komîteya Olîmpiyatê hat lidarxistin de, piştgirîkirina jinên Filistînî yên di werzîşê de ye.
Îro kampanya dê li hemû bajarên welat start bigre.
Dê gelek çalakî bên lidarxistin
Di çarçoveya kampanyayê de dê atolyeyên radyo û televîzyonê yên ku tê de serpêhatiyên jinan di warê werzîşê de tên pêşkêşkirin, organîzekirina maçên basketbolê yên jinan her wiha nivîsandina raporên curbecur li ser qada werzîşê bi kampanyaya serhêl a entegre ya ku bi riya malperên medyayê tê organîzekirin, ji bo balkişandina ser girîngiya werzîşê ya bedenî û derûnî ya ji bo jinan ku di nav de komxebatek jî hene, gelek çalakî werin pêşkeşkirin.
Amal Hamad, der barê mijarê de got ku ji bo wan girîng e di kampanyaya werzîşê de jinên Filistînî teşwîq bikin ku werzîşê bikin û armanca wan ew e ku tevlibûna jinan a di qada werzîşê de ku nêzî sedî sih e zêde bikin.