Li Qamişlo yekemîn lîga futbolê a jinan dest pê kir

Yekemîn lîga jinên ciwan ku ji 6 tîman pêk tê, bi maça di navbera tîma Terîq û Qendîl dest pê kir

Yekemîn lîga jinên ciwan ku ji 6 tîman pêk tê,  bi maça di navbera tîma Terîq û Qendîl dest pê kir

Qamişlo- Lîga Jinên Ciwan ên bajarê Qamişlo li lîstokgeha şehîdên 12'ê Adarê bi maça di navbera tîma Terîq û Qendîl û Ehlî Amûdê dest pê kir. Lîga fitbolê ya jinan bi beşdarbûna 6 tîmên bi navê Qendîl, Terîq, Asayiş, Vedeng, Peyman û Ehlî Amûdê wê pêk were. Di maça ku birêveçûyî de bi beramberî derbas bû. Hêjayî gotinê ye ku ev yekemîn lîge li bajarê Qamişlo li ser lîstokgeha vekirî tê li dar xistin û li gorî pergala lîgê dê sibe maça di navbera tîma Vedeng û Asayiş de were çêkirin û dê heyvekê  lîg berdewam bike. Her hefte dewrek û her dewrek 3’ê pêşbirk têde hene. Têkîldarî lîga jinê, lîstokvan nêrînên xwe parve kirin.
"Serkeftinê ji hemû tîman re dixwazin"
Hevseroka Tîma Qendîl Wesîla Xelîl da zanîn ku ev saleke amadekariya vê lîgê tê kirin û wiha domand: "Vekirina lîgê bi tîma Qendîl û Terîk hat destpêkirin, ev saleke em amadekariya vê lîgê dikin. Her wiha zehmetî bi me re rû dan ji bo rewşa Korona em hinekî rawestiyan lê dîsa jî me berdewam kir. Em wekî jin ev cara 2'yemîn ku em beşdar dibin û dileyizin di lîga jinan de û em bi hêvîne  ku em bi ser bikevin û em dixwazin ku dê rojên pêş de gelek lîgên din ên jinan werin lidarxistin û di heman demê de em serkeftinê ji hemû tîman re dixwazin." 
"Xewna min fitbol lîstîn bû"
Her wiha lîstokvana tîma Qendîl ya bi navê Dicle Husênî ya 20 salî ji bajarê Qamişlo ye û ev 3 salin cihê xwe di tîma Qendîl de digire wiha nêrîna xwe parve kir: "Destpêka lîga jinan e ez hatime da ku ez bileyizim, ev 3'ê salin em xwe perwerde dikin ji bo vê lîgê û jî maça vekirinê  di navbera me û tîma Terîqe de dest pê kir. Ev xewna min bû ku ez fitbolê bileyizim, her tim em li kolanan dileyistin û dema ku ev tîm vebû ez tevlî bûm. Di dawî de ez bi hêvîme ku çi jinek dixwaze fitbolê bileyize û hêviyên xwe pêk bîne û nehêle ku adetên civakê û çavkaniyên wan ê nebaş jêre bibin asteng.  Her wiha ez serkeftinê ji hemû hevalên xwe yên ku beşdarbûnê re  dixwazim."
"Xewnên ku me bi dest ne xistin, zarokên me bi dest dixin"
Xatûn Mibred ji bajarê Qamişlo ku beşdarî  pêşbirkê bû wiha hestê xwe tîne ziman: "Zarokên me di pêşbirkê de dileyizin em hatine da ku em li wan temaşe bikin û em keyfxweşin û di heman demê de em bi wan ser bilindin. Di dema berê de derfetên wiha ji jinan re nebûn, lê niha jin pêş ketiye û bi ser dikeve."