Li Îranê ji bo jinan werzîşa pêşxistina fizîkî hat qedexekirin

Li gorî daxuyaniya Wezareta Werzîş û Ciwanan a Îranê, werzîşa pêşxistina fizîkî ya bedenê ji bo jinên Îranê hat qedexekirin.

Navenda Nûçeyan- Bi qasî temaşekirina werzîşê kirina werzîşê jî roj bi roj qedexe dibe. Tevî ku li Îranê nîqaşên li ser negirtina jinan a stadyûmê hê bi dawî nebûne, ji aliyê Cîgira Wezîrê Pêşxistina Werzîşa Jinan a Wezareta Werzîş û Ciwanan a Îranê ve hat ragihandin ku werzîşa pêşxistina fizîkî ya bedenê ji bo jinan hatiye qedexekirin

Cîgira Wezîr parastina "mahremiyeta jinan" kir

Cîgira Wezîr Meryem Kazimîpûr ragihand ku pêşxistina fizîkî ya bedenî û qadên pêşxistina werzîja fizîkî ji bo jinan bi tevahî hatine qedexekirin. Hat diyarkirin ku “li ser raporên vexwarina dermanên ne qanûnî û enjeksiyonê yên ku ji bo tenduristiya jinan metirsiyek cidî çêdikin nîqaş hatine meşandin. Parastina mahremiyeta jinan hatiye esasgirtin” û hat destnîşankirin ku ev spor ketiye lîsteya werzîşên qedexe yên ku jin dê nikaribin bikin.