Karatevanên jin ên Cezayîrî di Şampiyoniya Efrîkayê de madalyayên zêr girtin
Werzişvanên jin, di Şampiyoniya Karateyê ya Efrîkayê de serkeftinên girîng bi dest xistin. Karatevanên Cezayîrî, di pêşbirkên roja 11’ê Îlonê de, di sê kategoriyên kumite û kategoriyeke katayê de madalyayên zêr bi dest xistin.
Navenda Nûçeyan – Şampiyoniya Karateyê ya Efrîkayê ku Cezayîr mazûvaniya wê dike, di 10’ê Îlonê de bi beşdariya werzişvanên payebilind ên ji welatên cuda yên parzemînê, di branşên kata û kumiteyê de dest pê kir. Şampiyonî, wê bi lîstikên ku sibê bên lîstin re bi dawî bibe.
Karatevanên jin ên Cezayîrî, bi madalyayên zêr ên di pêşbirkên îro de bi dest xistin re, mohra xwe li şampiyoniyê dan.
Ji Celia Wikan madalyayên zêr ên li pey hev
Celia Wikan a ku di kategoriya bin 50 kîloyî de têkoşiya, di fînalê de hevrika xwe ya Misrî Rim Selame bi 8-3 têk bir û madalyaya zêr bi dest xist.
Celia Wikan, bi vê serkeftinê re di heman kategoriya giraniyê de serkeftineke din a mezin jî bi dest xist. Werzişvana Cezayîrî, çend roj berê di Lîstikên Deryaya Spî yên li Tarantoyê yên 2026’an de jî di kategoriya bin 50 kîloyî de madalyaya zêr bi dest xistibû.
Di kategoriya bin 55 kîloyan de jî Luîza Abouriche bi têkbirina 5-1 a Ahlam Hamdî ya Misrî re madalyaya zêr bi dest xist. Luîza Abouriche, berê jî Chaimae El-Hayti ya Mexribî bi 6-1 têk biribû û derbasî fînalê bûbû.
Serkeftina Kerîma Mekaouî ya bi biryara hakeman
Kerîma Mekaouî, di kategoriya bin 68 kîloyan de di fînalê de piştî pêşbaziya nêz a bi Hafsa Lahou ya Mexribî re, bi biryara hakeman serketin bi dest xist û ji bo Cezayîrê madalyayeke din a zêr anî.
Serkeftin tenê bi kategoriyên mezinan re sînordar nema. Aku Masîle, di kategoriya kataya takekesî ya jinên stêrk de madalyaya zêr qezenç kir û bi vê yekê îdiaya hêza pêşbaziyê ya nifşê nû yê werzişvanên Cezayîrê ya li şampiyoniya parzemînî nîşan da.
Tîma bihêz a jinan a Cezayîrê
Cezayîr, di kategoriyên kumiteya jinan de bi tîmeke bihêz ku ji Celîa Wîkan, Luîza Abouriche, Khadidja Ghoulam, Kerîma Mekaouî û Chaimae Oudira pêk tê re beşdarî pêşbaziyan dibe.
Ji bilî serkeftinên werzişvanan, qezençkirina madalyaya zêr a werzişvana ciwan Aku Masîle, nîşan da ku karateya jinan a Cezayîrê bilindbûna xwe ya li ser asta parzemînî didomîne.