Li Meşhedê jin negirtin stadyumê

Jinên ku ji bo temaşekirina maça dinavbera Îran û Lubnanê de çun ber Stadyumê negirtin hindir.

Navenda Nûçeyan – Jinên ku li Îranê ji hemû qadên jiyanê tên îzolekirin, tê xwestin ku di werzîşê de ji rewşa temaşevaniyê bên derxistin. Gelek temaşevanên jin ên ku duh ji bo temaşekirina maça di navbera tîmên Îran û Lubnanê de çûne stadyumê, destûr nedan bikevin hundir. Jinên ku li ber Stadyûma Îmam Riza ya Meşhedê li peyî hev bi rêzê rawestiyabûn, tevî ku demeke dirêj li bendê man jî ji derveyî stadyumê piştgirî dan tîmên ku piştevaniya wan dikirin.