Çiyagerên jin ên Koyê li hemû çiyayên başûrê Kurdistanê digerin
Jinên navçeya Koye her tim di warên cûda yên jiyanê de pêşengî kirine û derfet peyda kirine. Komek ku ji sedan jinan pêk tê, çiyageriyê dike û ev jin, li piraniya lûtkeyên Kurdistanê geriyane.
ŞILÊR KOYE
Koye – Çiyagerî tê wateya dûrketina ji qelebalixî û jiyana rojane. Li navçeya Koye ya girêdayî bajarê Hewlêra Başûrê Kurdistanê, ji ber cihê wê yê erdnîgarî, gelek rêxistin û komên çiyageriyê hene. Du ji wan bi taybetî çiyagerên jin in. Yek ji wan Koma Çiyageriyê ya bi navê ‘Oscar’ e û 450 endamên wan hene û xizmeteke mezin pêşkêşî jinên herêmê dike.
‘Şikefta Sanawa bûye cihê çiyageriyê’
Teqawîd û endama çalak a ‘Koma Jinên Oscar’ ya Koyê Xalîde Sabir behsa ezmûna xwe ya di warê çiyageriyê de kir. Xalîde bal kişand ser yek ji geştên wan ên balkêş a ji bo ‘Şikefta Sanawa’, behsa bandora erênî ya van geştan a li ser tenduristiya giştî û rihê hevaltiyê û aramiya derûniyê kir û wiha got: “Ez niha teqawîd im. Em hatine şikefta Sanawayê ku li gundê Sanawayê ye. Gundekî tijî bax, baxçe û hêjîr e, em hêdî hêdî biser dikevin. Em ê heta saetekê bighîjin Şikefta Sanawa. Jê re dibêjin şikefta Şoreşa Îlonê. Ev der, nexweşxane bû. Niha bûye cihê çiyageriyê. Gelek jin û mêrên çiyager tên serdanê û geştê dikin û piştre vedigerin bajarên xwe.”
‘Ev sê sal in ez çiyageriyê dikim’
Xalîde Sebir da zanîn ku ev sê sal in ez çigagertiyê dike û ev agahî dan: “Berê ji ber kar min nedikarî, lê piştî teqawîd bûm, min dest bi çiyagertiyê kir. Niha ez diçim hemû geştan. Çiyagerî ji bo derûnî û tenduristiya me gelek başe. Bênha mirov derdikeve. Ji ber wê ez spasiya serpereştiyara Koma Çiyageriyê ya Oscarê, wek Xanim Nîgar, Xanim Rûnak û Samîra Xan dikim ku em anîn cem hev û em birine hemû cihan. Ji ber piraniya jinan kesek wan tune ku wan bibin geştan, rêxistina Oscar bûye mala me.”
‘Me geşt li piranî lûtkeyan kiriye’
Berpirsa Koma Çiyagerî ya Rêxistina Oscar Nîgar Hemed jî ragihand ku ew wek jinên rêxistina Oscar, ji bo pêşxistina hêza jinan li Koye dixebitin û derbarê çalakiyên xwe yên heta niha de ev agahî dan: “Rêxistina me di sala 2018’an de hatiye damezrandin û di salên 2018 û 2019’an de komeke jin tevlî koma me bûn. Niha nêzîkî 450 jin hene. Em li gelek lûtkeyên Kurdistanê geriyan. Hinek ji jinan çûn Çiyayê Halgurd, Kosrat û Çiyasare, em çûne piraniya çiyayan. Em li derdora Koyayê û piraniya çiyayên Kurdistanê geriyane. Her wiha geştên me yên xweş li hundirê Kurdistanê, li derveyî Kurdistanê ber bi Navîn û Iraqê ve hene, berdewam dike. Hema bêje me piraniya lûtkeyan derbas kirine. Li gorî demsalan, me gelek lûtkeyên bêhejmar derbas kirine.”
‘Em dixwazin jin bedewiya Kurdistanê bibînin’
Nîgar Hemed destnîşan kir ku ew hewl didin piştgiriyê bidin jinan û wan bi
xwezaya bedew a Kurdistanê bidin naskirin. Nîgar Hemed got “Her wiha, em hefteyê carekê an jî her du hefteyan carekê derdikevin derve, da ku tenduristiya jinan baş bimîne. Her wiha di nav jinan de tovên evînê diçînin, em bi rastî jî ji hev pir hez dikin, ger em hefteyekê geştê nekin, her kes dest dide telefonê û dibêje, em geştê bikin, an jî li her derê hev bibînin, lê gava em geştê dikin, herkes kêfxweş dibe. Bi rastî çiyagerî ji bo gelek nexweşiyan û derûniyê gelek baş e. Ji ber bi rastî, gava dibêjin hişê saxlem di bedenek saxlem de ye, dizanî ji bo bedenê pir baş e. Aqil baş difikire, bi rastî, gava em tên em bi wê xwezayê re tevlihev dibin, dilê me pir, pir şa ye, em hemû tengasiyan ji bîr dikin. Em hemû mîna xwişkan in û em gelek ji hev hez dikin. Em rojane bi rêya telefon û nameyan ji hev agahdar dibin.”
‘Kel û pelên çiyageriyê gelek girîng in’
Nîgar Hemed derbarê alavên çiyageriyê ku ji bo jinan girîng in de jî ev agahî dan: “Dilê çiyageriyê bi rastî kel û pelên wê ne. Tu nikarî bêyî kel û pelê wê biçî, ji ber divê tu xwe biparêzî. Kel û pel mirovan ji xişandinê diparêze, bi taybetî nîv bot. Çenteyê piştê gelek girîng e. Gopal, berçavk û cilên wê pir girîng in. Çenteyê piştê divê hemû tişt têde hebe, av û pakêtên alîkariya destpêkê jî divê li gel me hebin. Kesên nexweşiya şekir (diyabetê) pê re heye an tûşî depresyonê dibin; girîng e ku dermanên wan di çenteyê wan ê piştê de hebin.”