100 lîstikvanên jin yên taykwandoyê amadekariyên 8’ê Adarê dikin

Bi hatina 8’ê Adarê re hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nav tevgerê de ne. Bi vê boneyê 100 lîstikvanên jin ên taykwandoyê amadekariyên pêşwaziya Roja Jinan a cîhanê dikin.

 
ROJDA SEYIDXAN
Qamişlo – Werzîşa taykwandoyê yek ji cureyên spora xweparastinê ye. Spora taykwando piranî ji aliyê jinan ve nedihat lîstin, tevî ku sopreke laşê mirovan bi tendurist dihêle û rêbaza xweparastinê ye. Bi rûniştandina pergala demokratîk li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êdî jin jî tevli vê sporê bûn û navendên taybet ên perwerdeya wê vekirin. Bi munasebeta Roja Jinan a Cîhanê 100 lîstikvanên jin ên taykwandoyê wê bi berhemên xwe tevli çalakiya girseyî bibin. Niha navendên jinan ên perwerdeya taykwandoyê perwerdeya xwe dibînin û di amadekariyan de ne. 
Çalakiyên pêşwaziya jinan ji bo 8’ê Adarê reng reng dibin û hemû rêxistin, navend û saziyên jinan wê çalakiyên têkildarî xebatên xwe li dar bixin. Têkildarî mijarê lîstikvan û Berdevka Tîma Roj a taykwandoyê Dilyar Hisên ji me re axivî. 
 Em dixwazin bi rengê xebata xwe 8’ê Adarê pîroz bikin
Dilyar Hisên amadekariyên tîma Roj a taykwandoyê ji bo Roja Jinan a Cîhanê anî ziman û ev tişt got: “Yekitiya Werzîşê û Tevgera Jinên Ciwan li Herêma Cizîrê 100 lîstikvanên jin ji tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pîrozbahiya cejna jinan amade kirine. Ev demeke dirêj e em perwerdeyan dibînin û em ê di pîrozbahiya girseyî de 6’ê Adarê pêşandaneke taykwandoyê li dar bixin. Yekem car e ku hejmareke mezin ji ewqas jinên sporê wê tevli pêşandanê bibin. Em dixwazin bi rengê xebata xwe 8’ê Adarê pîroz bikin.”
Jin xwedî berhem in
Dilyar Hisên bal kişand ser armanca beşdarbûna hejmara mezin a jinan ji pêşandanê re û wiha pêde çû: “Em dixwazin bi vê tevlibûna hejmara mezin a jinan peyamekê bidin tevahî cîhanê ku jin xwedî berhem in. Jinan bi îradeya xwe kevneşopiyên civakê yên der heqê xwe de şikandin. Helbet zehmetiyên wê jî hebûn heya me ev zihniyet hilweşand lê ya girîng niha em dikarin bi vê kêfxweşiyê re bijîn. Li aliyê din jî me tensîqa xwe bi hemû navendên spora taykwandoyê re çêkirin da ku em vê hejmarê kom bikin. Di şahiya 6’ê Adarê de wê lîstikvanên me bi cil û bergên xwe yên taykwandoyê beşdar bibin û berhemên perwerdeyên xwe pêşkêş bikin.”
 Israr hêviyên mirovan misoger dike
Dilyar Hisên  Roja Jinan a Cîhanê li tevahî jinan pîroz kir û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Bila jin bi israr bijîn, israra mirovan hêviyan misoger dike. Têkoşîn berhemdayînan bi xwe re tîne.”